27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêka ‘yekitiya neteweyî’

Wekî têgeha ‘netew’ têgeha ‘yekitî’yê jî ne peyveke jixweber derketî û temamkirî ye. ‘Yekitî’ya ku di çarçoveya vê nivîsê de beramberî ‘netew’ê tê bikaranîn, mijarê hîn tevlihevtir û neçaresertir dike.

Di nîqaşên aktuel ên der barê polîtîkayên kurdîstanî de ev demek e mijara ‘yekitiya neteweyî’ mijareke sereke ye. Her hêz û rêxistin vê mijarê li gorî xwe û fêmkirina xwe şîrove dikin, dinirxînin. Pirî caran ev peyv bêyî zanîna wateya wê ya bingehîn a qada polîtîk û civakî tê bikaranîn; li gorî helwesta bîrdozî têgeh an tê redkirin, an jî hişk pê tê girtin. Û qasî ku li holê ye, tu formula çareseriyê jî nîne.

Di 4-5ê îlonê de, li Holandayê konferanseke bi mebesta avakirina ‘yekitiya neteweyî’ hat lidarxistin. Ne hemû bin jî gelek partî û rêxistinên kurdistanî ku li dîasporayê rêxistinkirî ne û kesên serbixwe tev li vê konferansê bûn. Mijarên sereke dagirkirina Kurdistanê û pêdiviya helwesta hevkar li dijî dagirkeriyê bûn. Di konferansê de ji xeynî şîrove û analîzên siyasî ji gotinên Ehmedê Xanê bigirin, heta yên Cegerxwîn, ji qewlê êzidiyan bigirin heta yên elewiyan ên der barê tifaq û yekitiyê de hatin bilêvkirin. Wisa xuya ye ku qada siyaseta kurd ‘yekitiyê’ li dijî dagirkeriyê wek çareseriya sereke dibîne.
Ka em binêrin ‘yekitiya neteweyî’ kengî û bi çi awayî, li ser kîjan bingehê hatiye avakirin; gelo di wateya xwe ya dîrokî de çiqas dikare bibe bersiva dagirkeriyê; û gelo ‘yekitî’ di asta neteweyî de çawa dikare bê bikaranîn?

Peyva ‘yekitiya neteweyî’ jî wek gelek têgehên ‘modern’ bingeha xwe ji şoreşa fransî distîne. Bi avakirina ‘netewe’yê diviyabû taybetî û cudahiyên civakî, herêmî, dînî û çandî ya hemwelatiyên fransî jî li ser bingeheke nû ya ‘neteweke yekbûyî’ bihata avakirin. Û ev netew diviyabû wek civata navendî taybetiyên cudakirî derbas bikira û wek otorîteya tekane û hevkar biketa bin xizmeta berjewendiya neteweyê. Lê wek tê zanîn di demeke kin de ‘yekitî’ ji ‘hevkari’ya ku dihat armanckirin derket. Lewre divîyabû ‘nirxên hevpar’ bên avakirin. Girêdayî vê ziman, al û sînorên neteweyî hatin pênasekirin. Û ji xwe çîroka piştî vê ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Lê ‘yekitî’ ne tenê ji bo civakên pirçandî û pirrengî pirsgirêk e. Ger em neteweyeke bi her awayî bi heman rengî, çandî, zimanî û hwd. bifikirin jî ev nayê wê wateyê ku ew netewe neteweyeke ‘yekbûyî’ ye. Lewre li wir jî berjewendiyên serdestî û bindestiyê dikevin dewrê. Gorî ku neteweyên bê nakokiyên çînî tune ne; em dikarin bibêjin ku ‘netewe’yên bi tifaq û yekitî jî tune ne. Her tim beşeke biçûk û elîtîst a ji civakê xwe xwediyê neteweyê dibîne.
Sara Aktaş di nivîsa xwe ya der barê ‘yekitiya neteweyî’ de bi mafdar dibêje, tu pirsgirêka gelan a ‘yekitiyê’ nîne. Lewre gel –taybetî jî gelê kurd- li gel cudahiyên xwe yên çandî, zimanî, dînî di asta bingehîn de xwedî ruhê yekitiyê ne; bi gotineke din, gel bi tifaq in. Pirsgirêk di wê astê de ye ku partî û dezgehên siyasî li ser îdîaya berjewendiyên ‘neteweya kurd’ dikin. Û jixwe dema behsa ‘yekitiya neteweyî’ tê kirin, bi giştî ‘lihevkirin û lihevhatina partiyan, ên xwedî hêz’ tê qestkirin.

Nexwe têgihiştina civakê/gel û yê xwedî biryaran ji hev cuda ye. Gel ji ‘pevrebûn’ê wek kevneşopiyeke mirovahiyê ya dîrokî fêm dike; yên xwedî biryar li ser esasa kevneşopiya (şoreşa fransî) neteweyî ‘yekiti’yê digirin dest. Ya destpêkê me dibe pirdengiyê, ya duyemîn yekdengiyê.

Lewre jî mijara ‘yekitiya neteweyî’ ji hêlekê ve mijareke navxweyî ya ‘hêzên xwedî gotin’ e. Li gorî têkiliyên wan ên bi serdestiyê re teşe digire. Û ji ber vê yekê jî mijareke bîrdozî ye. Li hêla din mijareke derveyî ye jî. Girêdayîbûna wê ya dagirkeriyê jî di vê çarçovê de ye. Helwesta li hundir, sekna li dijî dagirkeriyê dide der. Ya li eniya serdestiyê dikeve rêzê, li hundir û li derve xwedî heman helwestî ye.

Di vê nivîsê de bersiv ji bo çareseriya ‘yekitiya neteweyî’ nîne, lê em dikarin ji serobinokirina têgehan dest pê bikin. Wan ji hev hilweşînin; wateya wan a ku ji hêla serdestan ve hatine çeprastkirin red bikin; bi naveroka wan a dîrokî û bingehîn ji nû ve ava bikin.
Ji me re çanda ‘pevrebûneke’ bi rêzdarî û exlaqî li ser pejirandina cudahiyê û wekheviyê divê. Ne ‘yekitiyeke’ li ser esasa ku dixwaze ji cudahiyê ‘neteweke yekbûyî’ ava bike.