18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî avêtin hucreyê cenazeyê wî derket

Siddik Ugur ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê ya Êlihê girtî bû, di 25’ê gulanê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê di dema wecîbeyên olî de wêneyên Ugur hatin girtin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) di wêneyan de derket holê ku di qirika wî de şopên ben, di serê wî de şopên lêdanê hene. Hefteyek berê Ugur avêtin hucreya yek kesî. Piştî avêtin hucreyê cenazeyê Ugur derket. Şopên îşkenceyê û lêdanê yên li ser bedena Ugur gelek pirs bi xwe re ava kirin. Ugur piştî qedexeya derketina derve ya li Şirnexê di 14’ê Adara 2016’an de hatibû ragihandin, di 10’ê kanûna 2016’an de hat girtin. Di tîrmeha 2017’an de hat berdan. Di kanûna 2018’an de cara duyemîn hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê û cezayê muebeda giran lê birîn. Li Girtîgeha Şirnexê di êrişa gardiyanan a li dijî girtiyan de birîndar bûbû. Rêveberiya girtîgehê ew wekî “kesê serî rakiriye” hedef nîşan da. Di cotmeha 2021’an de ew sewqî Girtîgeha Qubîna Êlihê kirin. Ugur di 22’ê gulanê de bi telefonê li malbata xwe geriya û got wî xistine hucreya yek kesî û ji malbata xwe televizyon xwestiye.