5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi planên qirêj dixwazin me bixin xewa mirinê!

Omer Tur

Ji bo zarok û ciwanên kurd ji çand û kevneşopiyên xwe dûr bikevin û nejîn bi çend pêngavan plan ketine meriyetê. Helbet li dijî kurdan gelek planên qirêj hene, ew tên zanîn. Baş e, lê yên nayên zanîn çi ne? Em ê îro behsa planên ku qet bala civakê nekişandine û her wiha gelek caran ligel siyasetmedaran ew jî bêyî zanebûn tevlêbûne bikin. Hin civak ji ber şerê dehan salan xwedî lewaziyên xwe hene. Em kurd jî yek ji van civaka ne. Dijber serê pêşî lewaziyên civakê tesbît dikin û paşê li gorî wan planên xwe bi dizî û ew qas jî zirav pêk tînin.

Li dijî kurdan pêşî bi hînkirina tiryakê, arastekirina fuhuşê û asîmîlekirina zimanê kurdî hin plan pêk hatin. Bi serketin an na? Biryara wê hûn bidin.
Di serî de li Amedê li gelek bajarên kurdan bikaranîna tiryakê li gorî rêjeyên fermî daketiye temênê 13-14’an. Yanî ji zarokên 13 salî bigirin heta ciwanên temen mezin hînî bikaranîna tiryakê kirin. Ev yek li pêş çavên me hemûyan pêk hat. Me kesî dengê xwe nekir û bertek nîşan neda. Herî dawî derket holê ku navend navçeya Çelê ya Colemêrgê, bi organizasyona cerdevan û leşkeran tora fuhûşê hatiye avakirin û gelek jin bi darê zorê tev li vê torê kirine. Bi rastî ev bûyer çawa bû? Ma ser wê nehat girtin?

Dîsa ji bo kurd bi zimanê xwe neaxivin û li muzîka kurdî guhdar nekin ma li navenda Stenbolê amûrên hunermendan nehatin şikênandin? Herî dawî jî konsera hunermend Aynûr Dogan ji hêla Şaredariyeke AKP’î ve hat betalkirin.
Ev bûyerên min li jor behsa wan kir hûn jî dizanin û bawerim we bihîst. An yên li jêr. Kerem bikin.

Wê bê bîra we. Beriya niha li Amedê bi navê ‘Odeya Bîrê’ pêşangehek hatibû vekirin. Di vê pêşenagehê de li dijî nirxên me êrîş hebûn. Li pêş wêneyên bi nirx wêneyên bi ken û sosret hatibûn kêşandin. Şerê li vî bajarî pêk hatibû asayî dihate nişandan û wekî ku bi sedan kesên hatibûn qetilkirin ne ji vî welatî bûn. Heta ku ciwanên Amedî tabûtên sembolîk ji ser Sûrê Amedê neavêtin xwarê, deng ji tu kesî derneketibû. Berovajî wê pêşangeh bi vekirineke bêhempa pêk hatibû û ji me jî gelek kes tevlî pêşangehê bûbûn!
Piştre reklama wesayita AUDÎ ku bi milyonan pêk hat. Her kesî ev reklam temaşe dikir. Bala her kesî li Amedê bû. Waww wesayita AUDÎ li Amedê reklam çêkir û derket kolanan! Çend kes ji we dikare vê wesayitê bikire? Bawerim sê yan çar. Lê tevahiya civakê? Mixabin civak têkoşîna jiyanê dide.

Heman piştî wê li cihên dîrokî û turîstîk ên Amedê di bin navê ‘Berpirsiyariya Civakî’ de defîleya mankenan pêk hat. Hûn dizanin çawa pêk hat? Ez dîtin û lêkolînên xwe ji we re bêjim? Bawerim hûnê biqefilin! Defîle ligel strana hunermend Rojda ‘Naçim Zozanan’ pêk hat. Heyhat ma ewqasî jî dibe? Dema ku li hemberî gelekî planên qirêj û sosret hebin helbet dibe.
Lê di rastiyê de rewş ev e gelo, li Kurdistanê her tişt asayî, xweş û geş e? Hûn çend kes tevlî pêşangehê bûn? Hûn dikarin AUDÎ yan bistînin? Wijdana we qebûl dike, gelo hûn dikarin biçin li defîleyan temaşe bikin? Şer!!! Lê îxanet. We çi zû ji bîr kir. Mixabîn xeta îxanetê zindî ye û şer jî hêj didome. Bi van hewlên ku min li jor nivîsî tê xwestin ku li şûna çand û kevneşopiyên me kurdan yên civakên serdest bê bi cih kirin. Dixwazin ku civakê bêbîr bihêlin. Bê çand bê nasname û bê dîrok bê hiştin. Hewla wan hewla lîberalîzekirina kurdan e. Dixwazin yek ji me kurdan bi rastiyan re eleqedar nebin. Ligel ku şer heye û ji ber şerê li dijî kurdan pêk tê her sal krîza aborî pêk tê jî dixwazin em bêjin; Şer heye, ma çi ji me re. Krîza Aborî heye, ma me bandor nake, îşê me pê neketiye. Dixwazin bi pêşangeh, reklam defîle û konsertan me bixin xewa mirinê. Ji ber vê yekî divê em kurd beriya her tiştî ji hemû gavên xwe haydar û hişyar bin.