Pêncşem, December 2, 2021

Piyase – Avahî

Di demên dawî de li Tirkiyeyê bûhabûna avahiyan di rojevê de ye û civak ev demeke dirêj e li hemberî bûhabûna avahiyan û kirêyan bi bertek in. Bi vebûna zanîngehan re êdî xwendekarên ku 2 sal in ji ber nexweşiya koronayê bi malbatên xwe re dijîn jî ji malên malbatên xwe veqetiyan û derbasî bajarên ku lê dixwînin bûn. Bi vê re êdî rewşa avahiyan bû yek ji mijara sereke. Li gor lêkolînên ku hatine kirin di navbera meha tebaxa 2020’î heya tebaxa 2021’an li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya kirê ji sedî 55 zêde bûye. Li gor vê lêkolînê kirê herî zêde li bajarê Nevşehîr, Mûş û Êlihê zêde bûne.

Li Nevşehîr %161

Li Mûşê %118

Êlih % 107.

Li gor heman lêkolînê par li Amedê kirêya avahiyeke 160 metrekareyî bi hezar û 250 bû lê îsal heman avahî bi rêjeya ji sedî 104’î bûye 2 hezar û 900 lîre. Bûhayên avahiyan tenê di kirê de nîne elbet. Heman bûhabûn di stendin ango kirîna avahiyan de jî derbasdar e. Kêmasiya di hejmarên avahiyan de, veguhestina bajaran, zewacên nû û destpêkirina zanîngehan jî xwestina avahiyan zêdetir dike. Lê hejmara avahiyan qasî xwestinan tune ne. Dema li cihekî xwestin hebe û pêşkeşî tunebe bûha zêde dibe. Me got bi vebûna zanîngehan re xwendekar bertekên xwe yên li hemberî zêdebûna avahiyan nîşan didin. Xwendekar çima bi bertek in?

Li Tirkiyeyê 750 wargehên girêdayê Saziya Wargeh û Krediyan(KYK) hene. Ji xeynî wargehên dewletê nêzî 4 hezar wargehên taybet jî hene. Xwendekarên ku nikarin li wargehên dewletê bimînin ji bûhabûna wargehên taybet bi gazinc in. Lê xwediyên wargehên taybet jî dibêjin ku em neçar in bûhayên wargehan zêde bikin lewra ji sedî 50 buhayên xurek û fatûrayan zêde bûne. Xwendekarên ku nikarin zêdebûna kirê û wargehan bidin li bajarên ku lê zanîngeh dixwînin derketine parqan û dibêjin ‘em nikarin bihewin.’ Li Tirkiyeyê di navbera salên 2002 û 2003’yan de hejmara zanîngehan 21 bû û hejmara xwendekaran jî 206 hezar û 10 bû. Di navbera salên 2020 û 2021’an de hejmara zanîngehan derket 59 û hejmara xwendekaran jî bû milyon û 288 hezar û 707 kes. Lê hikûmetê li gor zêdebûna xwendekaran wargehan ava nekir. Me di bernameyên din de jî gotibû hikûmet pereyên ku di şer de xerc dike, pereyê perwede û ramedanê ye. Gelo buhayên avahiyan çima û çawa zêde dibe û kî van avahiyan bûha distîne? Dewleta Tirkiyeyê ji bo ku hemwelatiyên dewletên din bibin hemwelatiyên wan, dibêje kî bi 250 hezar dolarî li vir avahiyeke bikire û 3 salan di destê xwe de bihêle dê bibe hemwelatiyê Tirkiyeyê. Heta îlona 2018’an jî ji bo ku keseke biyanî bibe hemwelatiyê Tirkiyeyê hewcebû ku di bankayê de 3 milyon dolarê wan hebûna yan jî avahiyeke bi yek milyon dolarî bisendana. Hikûmet ji ber tunebûna dovîzan vê rêbazê guhert. Ji destpêka sala 2021’an heta niha 24 hezar û 983 avahî ji aliyê biyaniyan ve hatine kirîn. Di 3 salên dawî de bi tevahî 134 hezar û 100 avahî ji aliyê biyaniyan ve hatine kirîn. Li gor daneyên heyî herî zêde welatiyên; Îran, Afganistan, Iraq, Yemen, Çîn, Filistîn, Urdun, Lîbya, Misir û Pakistanê li Tirkiyeyê avahiyan kirîne.

Em werin ser mijara ku avahî çima bûha dibin. Sedema yekemîn tunebûna avahiyan e. Êdî li Tirkiyeyê avahiyên ku tên çêkirin têra civakê nake. Bila were bîra we me di bernameyên din de jî gotibû heke tişteke ku tê xwestin kêm be wê demê ew tişt bûha dibe. Ligel ku ewqas pêwistî heye, gelo çima avahiyên zêdetir nayên çêkirin? Sedema wê jî ev e; bûhayên amûrên avahîsaziyê her diçe zêdetir dibe. Hikûmet çima van bûhayan kontrol nake? Çimkî piranî amûrên avahîsaziyê ji welatên derva tên standin, ji ber wî jî heta dewlet b hilberînê neke nikare bûhayên amûrên avahîsaziyê kontrol bike. Li gor daneyên TUÎK’ê di meha çileyê de ji sedî 30, di meha sibatê de ji sedî 40, di meha hezîranê de ji sedî 53,70 û di meha tîrmehê de jî ji sedî 56,42 bûhayên amûrên avahîsaziyê zêde bûne. Mînak; tona hesin 7 hezar derbas kiriye û li gor avahîsazan ev rewş wiha bidome dê bûhayên avahiyan jî zêdetir bibin. Herî dawî bankaya navendî ya Tirkiyeyê rêjeya fazîzê ji sedî 19’yan daxist 18’yan. Li gor aborînasan dê vê daxistinê jî li ser amûran bandoreke neyînî çêbike û enflasyon zêdetir bibe.