26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şopa Peyvan – Peyva ‘ZÎ-JÎ’

Peyva Zî-Jî bingeha gelek peyvên kurdî pêk tîne.Gelek peyv ji vê kokê derbasî gelek zimanên biyanî bûne. Dema mîrov dikeve ser şopa vê peyvê dikare bi hezaran salan di nav dîrokê de biherike û rastî gelek şopên wê yên kevnare bê. Di kozmolojiya kurdan de cihekî bingehînê vê peyvê heye. Li gorî baweriya yekemîn a kurdan berî dinya çêbibe tenê “Zeman” ango dem hebûye. Hemû tiştên din jî piştî “Zemanê” çêbûne. Ango ji Zemanê…zane. Navê vê baweriyê û Xwedayê wê Zevan-Zûvan e. Di termînololjiya îro de .. ji vê baweriyê re Zevanîzm tê gotin… Gotina Zeman îro jî bêyî tiştek ji wateya xwe winda bike di hemû zaraveyên kurdî de tê bikar anîn. Her wiha derbasî gelek zimanên din jî bûye. Bi vê boneyê hemû peyvên der barê çêbûn, zêdebûn û zayînê de bi awayekê bingeha xwe …ji vê peyvê digirin. Tişta yekemîn a ji Zeman afirî ..Jî-Zî’ ye. Ango jiyan e. Di zaraveyên kurdî de hind caran bi tîpa Z û hind caran jî bi tîpa J’yê tê bilêvkirin. Lê wate heman e. Di wateyeke nêzîkî wateya yekemîn de dibe Za-Zê-Zayîn. Ango bi riya welidînê zêdebûna hemû jiyandar/giyandaran tê derbîrin. Peyva “Zindî-Jîndar” jî ji heman kokê tê. Ji bo tiştê xwedî can tê gotin. Bi heman awayî peyvên “Zêde-Ziyade” jî çavkaniyên xwe ji vir digirin. Ji ber ku wekî çavkaniya jiyanê tê dîtin “Jin-Zin” jî bi vê peyvê tê pênasekirin…. Çewa Zemanê jiyan afirand, jin jî jiyanê diafirînin. Bi demê re wateya wê berfireh bûye û ji bo zilamê ketî dewsa jinan de wekî “Zine-Zene” tê bikaranîn. Gotinên, “Zarok-Zar-zar û Zêç, Zuriyet” bi heman awayî… ji vê peyva bi bereket afirî ne. Ev peyv wekî Zarîyet-Zurîyet derbasî zimanên din bûye. Qadek din a ku ev peyv tê de xwedî bi bandor e “Ziman û Zanîn” e. Ji ber ku “Ziman” agahî, hişmendî û “Zanînê” diafirîne, “Zanîn” jî tê wateya zêdebûn û afirandina agahî û tecrûbeyan. Ev hemû bingeha xwe… ji vê peyvê digirin…. Zar û Zarave jî peyvên wiha ne ku li ser heman kokê hatine darijtin. Ev peyv mîna “Zan etmek-Sanmak”, “Zanki-Sanki” derbasî tirkî jî bûye. Ji xwe daçeka “Kî”… ji “Ku”ya kurdî derbasî tirkî bûye. Di kurdî de jî carna wekî, “Ez zen dikim ku” ango “wisa dizanim” bi heman wateyê tê bikaranîn, lê ..bikaranîna wê zêde nîne. Têkiliyeke peyvê ya xurt bi erdnîgariyê re jî heye. Gelek herêm, çiya û rûbarên Kurdistanê di wateya wargeha jiyanê de bi vê peyvê hatine pênasekirin. Mînaka herî sereke ya vê çiyayên Zagrosê ne. Ji peyvên “Za” û “Girnozê” pêk tê. Za tê wateya zayîn û “Gîrnoz” jî di kurdiya îroyîn de tê wateya cihê “ne hilû, girnûz, kend û kort”. Peyva Zagros di wateya çiya, bilindahiyên ji axê zayîn ên girnûz, kend û kort hatiye bikaranîn. Ji xwe teşegiriya Zagrosan jî heman tiştî nîşan dide. Derketin û çêbûna çiyayan jî pêvajoyeke zayîna erdê ye. Bi vê şibandinê ev nav lê hatiye kirin. Gelek çiyayên din ên di nav sîlsîleya Zagrosê de wekî Qursê-Qurzê, Zardkûh, Burgza navên xwe ji gotina, “Za”yê girtine. Çemê Zê-Zapê jî bi heman hişmendiyê hatiye binavkirin… Av ji erdê dizê. Îro jî di gelek devokên kurdî de peyva “Avzêk” mîna çirav û çavkaniyê tê bikaranîn. Derketina avê şibandine zayînê û Çemê Zê-Zapê navê xwe ji vir girtiye. Bi giştî dema em li têkiliya di navbera zimanê kurdî û erdnîgariya Kurdistanê dinêrin, kurdan wargeha xwe mîna cihê afirandina jiyanê pênase kirine. Ango cihê jiyan lê afirî û çêbûyî dîtine û li gorî vê navandine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê