Pêncşem, Çile 27, 2022

Piyase – Di sala 2021’ê de rewşa aboriya Tirkiyeyê

Li gor rêbazên dewletbûyînê hêza dewleteke girêdayê nedayndarbûyînê û rezervên di xezîneya wê de ye. Lê Tirkiye bi kemane 40 milyar dolar rezervan û bi zêdebûna ji sedî 71 deynan ket sala 2021’an.

*Gelo deynê dewletekî çima zêde dibe?

Bila ev qet ji bîra we neçe heke hikûmeteke nikaribe alternatîfên hilberîna welatê xwe ava bike lê dîsa jî bixwaze di desthilatdariya wê dewletê de cih bigire wê demê ew ê deynan bike û aboriyê baş nîşan bide. Niha mijara li Tirkiyeyê jî ev e. Yanî hikûmet ji bo roja xwe xelas bike tevdigere û deynan dike. Werin em bi hev re li mûçeyê kêmtirîn yê ku ji serdema endustrîyalîzmê heta niha tê dayîn û hekdestekî di navbera xweşhalî û xizaniyê de ye yê 2021’an binêrin.

Mûçeyê kêmtirîn ji bo sala 2021’an yê ku bigihîje destê karkeran 2825 TL bû. Wê demê kûra dolaran 7.43 TL Ewro jî 9 TL bû. Mûçeyê kêmtirîn di destpêka salê de 313 ewro dikir. Ev heqdestê ku ji bo bi milyonan karkeran hatibû diyarkirin di biniya gelek welat Ewropayê de bû lê li gor bihayên wê demê heke di malekî de 2-3 kes bixebitiyana dikaribûn debara xwe bikin. Hikûmeta AKP’ê jixwe ji destpêka desthilatdariya xwe heta niha ji bo aboriyê polîtîkayên şaş li pêş dixist. Bi teybet di nav çend salên dawî de ji ber polîtîkayên hikûmetê yên ku di şer de bi israr in aboriya Tirkiyeyê ber bi qeyranê ve çû.  Girêdayî polîtîkayên şer têkiliya Tirkiyeyê bi dewletên din re car caran kêm bû vê yekê li ser kûra dowîzan bandor kir, enflasyon zêde bû û welatiyên Tirkiyeyê ketin nav zehmetiyên giran.

Heta dawiya salê lîrayê Tirkiye li hemberî dowîzan ji 2 qatî zêdetir nirx wendakir. Çendeyeke berê kûra dolar gihişti 18.50 TL ye. Bi nirxwendakirina TL bi milyonan kesên ku debara xwe bi zor bi mûçeyê kêmtirîn dikirin ketin bin sînorê birçîbûnê. Welatî ne tenê di standina xurekan de ji aliyê xwegihandina derfetên tenduristiyê, mesrefên rê û mafê perwerdeyê de jî ketin bin bareke giran. Di nav vê rewşa qeyrana aboriyê de Tirkiye budceya xwe ya 2022’yan amade kir. Li gor budceya ku hat amadekirin dê di sala 2022’yan de ji budceyê 264 milyar dolar ji bo şer bê veqetandin.

Bila ev jî ji bîra we neçe temaşevanên hêja… dahata Tirkiyeyê têra lêçûnên wê nake û deynên ku tên kirin jî ji ber bêistîkarariyê bi faîzên zêde tên deynkirin. Me got heta meha kanûnê kûra dowîzan 2 qat zêdetir bû. Lê Bankaya Navendî ji ber axaftinên Erdogan di vê rewşê de jî nikaribû faîzê zêde bike. Hikûmet di vê rewşê de ji bo hem ji dêrê hem ji mizgeftê nebe wezîrê Xazîne û Darayî xist dewreyê. Li gor formûla ku wezîr û bankeran bi hev re amade kirin dê gel pereyê xwe bi wadeya 3,6,9 û 12 meh bike bankayê. Ev pereyê ku bi van wadeyan di bankayê de bimînin wê faîza wan li ser dahata dowîzan bê dayîn. Li gor vê rêbazê heke 5 hezar TL’yê we hebe û hûn bi vadeyên ku me got pereyê xwe bikin bankayê di dawiya wadeya ku hatiye diyarkirin de faîza TLyê we ji dahata dowîzan kêmtir be…wê demê ferqa di navberê de dê hikûmet ji xazîneyê bide we.  Yanî hikûmet bi vî şiklî pereye di berîka we ya çepê de derxe bike berîka we ya rastê û ew ê ji we re bibêje me di aboriyê de rêbazeke nû afirandiye. Xazîne tevî ewqas deynên xwe çawa bikaribe ji bin vî barê derkeve ev jî nîkaşeke cuda ye. Tevî rastiya vê rêbazê di kûra dowizan de kêmbûneke çêbû lê heta niha di zemên ku hatine kirin de tu sererastkirin nehatiye kirin.

Em werin ser mijara mûçeyê kêmtirîn ê ku di sala 2022’yan de bê dayîn. Ji bo sala pêş me mûçeyê kêmtirîn bû 4253 TL e. Dema mûçe hat diyarkirin mûçeyê kêmtirîn derdora 215 ewro dikir û ev jimara ye ewro hem gelek di biniya mûçeyên kêmtirîn ê sala 2021’an de bû û di biniya hemû welatên Ewropayê de ye. Her çi qas îro kûra dowîzan ketibe jî herî dereng dê di 2 mehên pêşiya me de kûra dowizan vegere cihê xwe yê bere.  Jiyana li Tirkiyeyê ewqas biha bûye ku sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 ferdî ji 4 hezaran sînorê xizaniyê jî ji 13 hezarî derbas kiriye. Di encamê de aboriya Tirkiyeyê bi vî şiklî dişibe mirovekî ku ji zinareke digindire û di vê rewşê de encam jî eşkere ye.