spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (25 Kanûn 2021)

Girtiyên nexweş ên di lîsteya Komeleya Mafê Mirovan de ne, li pey hev li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Di nav hefteyekê de 5 girtiyên nexweş en di lîsteta ÎHD’ê de bûn, jiyana xwe ji dest dan. Bi mirina Vedat Erkmen re hejmara girtiyên ku di nav mehekê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan derket 6’an. Girtiyê bi navê Vedat Erkmen di 20’ê kanûnê de li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da. Lê cenazeyê Erkmen ê ku ji ber polîtîkayên dewletê jiyana xwe ji dest da beriya ku bidin malbatê ji aliyê polîsan ve hat revandin. Piştî demeke malbat cenazeyê Erkmen ji polîsan girt û di bin dorpêça polîsan de ji Stenbolê anî Qersê û li bajarokê Pazarcizê ya navçeya Dîgorê defin kir. Ji aliyê din ve piştî mirina girtiyan li gelek cihan çalakî pêk hatin.

Di çarçoveya van çalakiyan de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi dirûşmeya ‘Em ê tecrîdê bişikînin, jiyana azad ava bikin’ bi armanca balê bikişînin ser mirinên li girtîgehan û tecrîdê, ji gelek bajaran hatin Mêrdînê. Dayikan li Mêrdinê diyar kirin ku girtî li girtîgehan ji ber xwe namirin tên qetilkirin. Platforma Saziyên Demokratîk jî ji Qada Tunelê ya Taksîmê heya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di bin dorpêçê de binpêkirinên mafên li girtîgehan protesto kir û wiha got: “Bila baş bê zanîn dê ev dorpêç bê şikandin, dê ev îktîdar bê hilweşandin û dê hemû girtî azad bibin.” Ji aliyê din ve Komeleya Mafê Mirovan jî bi armanca ku balê bikişîne ser mirinên ku di demên dawîn de li girtîgehan zêde bûne li 30 bajaran ku nûnertiyên wê lê hene, dest bi nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ kirin.

Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Kandirayê girtiye, nexweş e û rewşa wê giran e. Ji bo Tugluk bê berdan gelek alî, kes û sazî bang li hikûmetê kirin. Lê wekî gelek nexweşên girtî Tugluk jî nayê berdan. Ji bo Tugluk bê berdan ji aliyê saziyên jinan ve gelek çalakî pêk hatin û daxuyanî hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de 68 sazî û dezgehên jinan ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo Aysel Tugluk daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bal kişand ser rewşa wê. 68 rêxistinên jinan di daxuyaniyê de banga hevgirtinê kirin û wiha gotin: “Em careke din bang li hemû rayedarên ku di vê pêvajoya bêhiqûqî ya ku li ser jiyana wê hatiye meşandin de îmze kirine dikin ku li gorî vê pêvajoyê li gorî hiqûq, zanist û wijdan tevbigerin.”

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên hikûmetê êrîşên nijadperestiyê di asta herî jor de ye. Ji ber van polîtîkayan kurd di serî de civakên cuda rastî êrîşên nijadperestên tirk tên ku ew nijadperest jî xwe dispêrên polîtîka û qanûnên hikûmetê Herî dawî Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ciwanê sûriyeyê yê binavê Mehmûd Mihemed Şobek ji aliyê nijadperestekî tirk ve hat kuştin. Di 16’ê mijdarê de jî li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê 3 penaberên sûriyeyî di xew de ji aliyê nijadperestekî ve hatin şewitandin. Wekî her carê dîsa çapemeniya alîgirên hikûmetê kujer weke ‘yekî derûniya wî ne baş e’ nîşan dan. Lê belê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi daxuyaniyekî diyar kir ku êrîş bi mejiyekî nijadperestî pêk hatiye.

Dewleta Îranê ku yek ji wan welatan e herî zêde mirov lê tên darvekirin, hema hema her roj kurd û muxalîf tên darvekirin. Herî dawî di 19’ê kanûnê de girtiyê siyasî ya kurd Haydar Qurbanî ku ji sala 2016’an ve girtî bû, li girtîgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin. Qurbanî bi ‘endamtiya PDK-Î û muxalefeta’ li dewleta Îranê dihat sûcdarkirin. Piştî darvekirina Qurbanî li gelek deverên rojhilatê Kurdistanê li ser banga çalakvanên siyasî, welatiyan li dijî kiryarên rejîma Îranê dikanên xwe venekirin, neçûn ser kar û bazar hemû hatin girtin. Ji aliyê din ve rêxistina mafê mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyek bidarvekirina Heyder Qurbanî şermezar kir. Her wiha li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di sala 2021’ê de herî kêm 246 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin. Lê bele tê texmînkirin ku bîlançoya rastîn hîn girantir e û gelek bûyerên bidarvekirinê nayên aşkerakirin.

Di 21’ê kanûnê de leşkerên tirk û komên girêdayên wê ji noqteyên xwe yên gundên Bab El-Xêr û Dawudiyê yên hatine dagirkirin, gundên Esediyê, Rebîat, Mehremla, Til Emîr, Mezra, Til Werd û taxên rojavayê navenda bajaroka Zirganê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbarana çeteyan de ji gundê Rebîatê 4 welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Bi taybetî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayîn wê piştî hevdîtina li Astanayê yê ku bi Rûsya û Îranê re pêk hat.

Mijara lirayê Tirkiyeyê ev demeke dirêj e bi nirxwindakirinê diket rojevê. Di 20’ê kanûnê de kûra dolar ji 18,50 TL, ya Ewro jî ji 20 TL derbas kir. Li gor rêbazên îktîsadê ji bo kûra dowîzan di bin kontrolê de bimîne hewce bû ku faîz bihata zêdekirin. Lê Erdogan bi israr bi hinceta ku di dîn de faîz heram e tim faîzê dadixist. Piştî ku kûra dowîzan ji kontrolê derket hikûmet neçar ma ku bi formûleke cuda mudaxaleyê aboriyê bike. Piştî mudaxeleya hikûmetê ya şevekê de dolar û ewro daketin lê ji bilî dolar û ewroyê di tu zeman de daketin pêk nehat, berovajî di hîn tiştan de bac zêde bû. Yanî ev mudaxeleya li dijî dolar û ewroyê bi tu awayî kêrî miletê nehat.