26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salên kulê

Gotineke Voltaire heye, dibêje, “Min biryar daye ku êdî ez ê bextewar bibim, ev ji bo tenduristiya min baştir e.”

Gotineke erênî û xweş e. Mirov xweziya xwe tîne ku her kes karibe sibehekê ji xew şiyar bibe û ji bo jiyana xwe bi vî awayî biryarekê bide. Hingê hewcedariya mirov dê bi malbatê nemîne, dê dost û hevalan nexwaze, dê pêdiviya wê/î bi diravan nemîne, dê li hemberî nexweşiyên vegirtî guhnedêr be, dê bi dû xeyalên rizgarkirina welatê xwe de nebeze, dê guhên xwe li hemberî çêr û sixêfên mirovên xerab şima bike, dê li dijî dîmenên tunekirina mirovan arava hesinê germ bera çavên xwe de, dê ji ber nepejirandina zimanê dayikê zimanê xwe ji kokê de bibirre û hewce bi ti gotinekê nemîne. Dê nema xwendina pirtûkan jî têxe rojeva xwe û serê xwe pê re neêşîne.

Ger em navekî li vê demê bikin û weke romana dehemîn a Charles Dickens jê re bibêjin, Salên dijwar jî, ev her du gotin dê têrî jiyînên li cîhanê nekin. Ji du salan vir ve ye bahora Covidê ya ku bi destê pergalparêzan li ser serê mirovan weke şûrê dudevî tê gerandin, bi hemû aliyên xwe yên manipulatîfî her kes dîl girtine. Rûpûşa mirina sor (navê çîroka E. A. Poe) li hemû kenar û quncikên cîhanê bi qirika mirov digire, vîrûsên xwe bera nava şane û xwîna mirov dide û bi bêhnfetiskî stêrka mirov dixuricîne. Em ên ku serê destpêkê serê xwe bi hejmara miriyan diêşandin, di ser wêneşanên telefonê xwe re bi agahiyên navendcuda re mirinên derdora xwe jî rewa bihesibînin û parzeya ku hin kes pêşniyar dikin ji bêgavî li xwe bixin.

Ji bo mirovan di jiyanê de ti tişt nemaye ku bibe xwedî temenê dirêj. Her tişt bi bayê bezê pîr û kal û kevn dibe. Dem kevn dibe, nav kevn dibe, armanc kevn dibe, hemû pîlansaziyên dahatûyê kevn dibin. Kevnbûn bi xwe re rizandinekê tîne. Tiştên rizî dişkên, diferidin, ji hev belav dibin. Her çiqas kronolojiyeke jiyînan di destê me de hebe jî, pergalparêz bi xerabiyên xwe yên nû ser wan jiyînan jî diseyinîne û me bi êşên nû re rûbirû dihêle.

Un Juif pour exemple (mînak cihûyek) ku navê romana Jacques Chessex ye û tê de bandora reştarî ya li ser Swîsreyê, li bajarê bi navê Yverdon ê “bi dohnê berazî û pozbilindiyê hatiye şîrînkirin” heye ku li dijî Cihûyan nefreta ji kalanmayî ber bi pêş ve diçe. Pîlana tolhildana ji mêrantiya Elmanî bandorgirtî xwînê dixwaze, li qurbanan digere. Jacques Chessex rastiyeke bêhempa ya xwedî seqayeke giran pêşkêşî mirovatiyê dike: Kujer li nava bajêr in. Kurd li hemû parçeyên welatê xwe bi nefreta serdestên xwe her kêlîkê bi qûrbanbûnê berdêlan didin. Û kujerên wan jî li nava bajêr in, li ber çavên wan in, di nava malên wan de ne, di çêja xwarina wan de ne, bi vexwarinên wan re tev li xwîna wan dibin. Û hê jî li qurbanan digerin.

Digel hemû xerabiyan jî mirovan ji xwe re dîrokek destpêkê diyar kirine û ew weke destpêka jiyanê bi nav kirine. Bi vî awayî du hezar sal li dû xwe hiştine. Bi destpêkirina sala sêhezarî xwe dixapînin ku tiştên baş pêk werin, lê her roja tê ji ya borî xerabtir e. Ji ber ku mirovan bi destên xwe jiyan li xwe herimandine. Pîrozkirina sersalê bi fîşekên hewayî û çend saetên temaşekirina vê xweşiya qaşoyî, mirovan ber bi xweşiyeke rasteqîn ve nabe. Berovajî wê, mayîna salekê li dû, weke kêreke sergûzan keviya dilê mirov dibirre û mirov bi jiyana rasteqîn re rûbirû dihêle. Ew xeyala ku mirov bi navê hêviyê bendewarê wê ne, bi bihurîna temen re ji nifşên dûv re dimîne.

Hêviya sereke ya mirov nûbûn e û bi her tiştên nû re mirov naguhere. Ji ber ku mirov bi xwe bûye dîlê fikra nûbûnê û di nava vê fikrê de hemû hişmendiya xwe radest kiriye. Hînbûna vê radestiyê û pejirandina hemû pêşkêşiyan, mirov ji eyarekî derbasî eyarekî dîtir kiriye. Ev eyar mirov ji desthilanîn xistiye. Radestî dawîbûnekê kiriye. Xerabxwaz, her xerabiyê li me dikin; tehamûlî dîlên bindest ên di zindanên xwe de jî nakin, bi kuştinê dilên wan rihet nabin, ji bo ku xizmên wan jî biêşînin tiştên nedîtî tînin serê gewdeyên wan ên bêgiyan. Ji aliyekî jî seqayeke çêkirî ya nûbûnê pêşkêşî me dike ku em kirinên wan ji nedîtî ve werin.

Pêşiyên Kurdan gotinê, “gotina xweş bihara dilan e!” Her sala li dû dimîne û ku em ji ber kirinên serdestan wê weke sala herî xerab a jiyana xwe dihesibînin, gotina xweş jî ji destê me wergirtiye û nahêle ku em jî fena netewên cîhanê xweşiyekê bijîn. Em ê bi zimanê xwe yê şîrîn gotinên şîrîntir bibêjin, bila bimîne ji ferhenga jiyana me re. Arthur Helps gotiye, “Gotinên zanistî carna dikevin guhên kerr lê peyvên xweş ti caran winda nabin.”

Bila gotina me ya xweş jî ev be:

Serê salê, binê salê

Xwedê azadiyekê bide Kurdistanê!