26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Efrînê di têkoşîna azadiyê de bi israr in

Jinên Efrînê di tevahiya salê de, li kêleka têkoşîna jinên azadîxwaz û têkoşer; li dijî çavsorî û dizekên çeteyên dewleta tirk, di nava berxwedan û çalakiyan de bûn. Tevî berxwedana xwe ya bêhempa ya îsal, rêxistinkirina pergala xwe ya pevre ji bo jiyana azad û edaletê, çavên dagirkerên dizek û neyarên nirxên xelkê Efrînê, tirsandin. Bi hêviya vegera Efrîna rizgarkirî, bi hêrsa têkoşîna azadiyê û tolhildanê, sal bi berxwedanê û bi hêviya serkeftinê xemilandin. Bi berxwedana xwe, jiyan li çeteyên kujer reş kirin…

Jin jiyan azadî

Jinên Efrînê; bi sekna xwe bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ sala 2021’ê kirin sala hêvî û serkeftina misogeriya şoreşa jinan.
Jinên Efrînê yên koçberbûne, tevî hemû bê derfetiyên koçberiyê jî tenê bi çalakiyên xwe sînordar neman. Li dijî tecrîdê û sûcên mêtingeran ên li hember mirovahiyê, gotin ‘Dem Dema Azadiya Rêberê Gelê Kurd, Abdulah Ocala ne’. Lewma azadiya Ocalan parastina civaka azad e. Jin, bi hev re qêriyan û hesab ji neyar/dijminê gelê kurd, kujerên jinan pirsîn. Jinan, xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, qirkirina li dijî gelê Efrînê bi dawî bibe. Li dijî kelha zilmê û dewletên hegemon herikîn qadên berxwedanê û mohra xwe li têkoşîna salê dan. Jinan, xwe xistin çavkaniya jiyan û mezinkirina têkoşînê.

Ruhê têkoşîna jinên Kurmênc

Hêrsa jinên Efrînê, di sala 2021’ê de li dijî çeteyên dizek, kujer, mezin bû. Ji ber ku kiryar û sûcên çete û dewleta aqilmendê wan a tirk, ji salên borî zêdetir bûn. Di êrîşkirinê de sînor nasnekirin û hovîtiyeke mezin li ser sînga ax û bajarên Efrînê dan meşandin. Ji demografyaya herêmê bigire; revandin, girtin, îşkecekirin û kuştina jinan qet ji rojevê derneket. 71 jin rastî tecawizê hatin, 216 jin birîndar bûn, 16 hezar darên zeytûnan hatin birîn û 5 hezar darên zeytûnan hatin şewitandin. Destwerdanên mal û milkên xelkê Efrînê, biryara darvekirina du jinan hinek ji van kiryara ne…

Bi vê kîn û rikê jinên efrînî, li dijî hovîtiya çeteyên çavsor û dizek ên dewleta tirk, bi awazên berxwedana xwe bûn lehî û herikîn qadan. Ruhê têkoşîna jinên ‘Çiyayên Kurmênc’ ji xwe re kirin hêza çavkaniya jiyanê û hesap ji mêr-dewleta deshilatdar a xwînmijê jinan pirsîn.
Her çendî li hemberî van polîtîka û sûcên dewleta tirk, raya giştî ya cîhanê ya navneteweyî çavên xwe bigire û bêdeng be jî; lê xelkê Efrîna berxwedêr bi tu awayî ranewestiya û her têkoşiya. Jinên efrînî bi dengê hêza xwe ya xweser, bi coşa azadiyê her kes ji têkoşîna wan matmayî ma. Di têkoşîna rizgarkirina xaka Efrînê de bi israr tevgeriyan!

Sala nû li jinên azadîxwaz pîroz be!

Bi vê hewlê, jinên têkoşer ên Efrînê, hestên xwe yên koçberiyê bi hêviya azadiya hemû jinên têkoşer û berxwedêr, di nava salê de borandin. Ji bo sala nû, ji bo tola Efrînê dê israra têkoşîna jinên koçber ên li herêma Şehbayê bi cih bûne mezin bibe. Bi hêviya vegera Efrînê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, hemû dîlên azadiyê, dilê wan ji hestên penaberiyê tejî hêviya azadkirina Efrînê ye. Em ê jî bi vî ruhê jinên Efrînê, sala nû li hemû jinên koçber ên li herêma Şehbayê yên azadîxwaz, welatperwer û kedkar pîroz bikin. Lewma jinên Efrînê, di têkoşîna azadiyê de bi israr in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê