26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Nivîskarekî şoreşger; Xelîl Guneş

Bi desthilatdariyê re dîroka cezakirin, zîndankirin û hepskirinê jî dest pê dike. Hişmendiya serdest bi cezakirin û zîdankirinê tim xwestiye sekn û fikrên li hemberî xwe tune bihesibîne, bêdeng bihele û bi vî awayî jî ‘kêfa’ serdestiya xwe bêdawî bijî.

Nivîskarê fransî M. Foucault (Fuko) feraseta îktîdarê bi metafora panoptîkonê bi cih dike û li ser nepeniya desthilatdariya modern xebatên xwe kirine. Fuko têkildarî mijara hepskirinê dibeje; di serdemên berê yên kral û împaratoriyan de mirovên ku li hemberî fikrên desthilatdariyê derketin li meydanên mezin, li ber çavên gel bedenên wan dihatin parçekirin. Giyotîn jî yek ji vê şêweyê ye ku li sûk an jî meydanên herî qerebalix vedidan û serê mirovan jê dikirin.

Lê bi sazkirina netewe dewletê girtîgehên modern hatin avakirin, êdî mirovên ku ji aliyê dewletê ve wek sucdar dihatin pênasekirin, dikirin nav çar dîwaran. Netewe dewletê rêbazên pergala xwe ya cezakirinê ango di derbekê de bikuje û parçebike berfirehtir kir yanî bi awayekî psîkolojîk her kêlî, her saet, her roj û her şev êdî girtî dihatin kuştin. Yanî bi kurtasî armanca girtîgehan bi dîroka netewe dewletê re, dibe pergala bi awayekî spîsexlem a ji jiyanê îzolekirin, ji xwezayê durxistin û ji her kêliya jiyana azad tecrîdkirin. Li hemberî vê pergala hepskirin, tunekirin û tunehesibandina psîkolojîk di dîrokê de gelek kesên wek Gramschî, Mandella û hwd. li ber xwe dane; bi nivîs û berhemên xwe pêşengiya fikrî ji bo gelê xwe kirine. Lê em dikarin bêjin ku li hemberî polîtîkayên hepskirin, cezakirin û tunehesibandinê gelê kurd wekî gelek qadên jiyanê yên dîtir,  sekna li girtîgehan jî veguherandin.

Dema bi qelema serdestan Kurdistan dibe çar parçe û mêtingeha çar dewletan, kurdên ku li ber xwe didin û fikrên mêtingeran qebûl nakin ji aliyê van çar dewletan ve tên tecrîdkirin. Bêguman berxwedana herî bi nav û deng jî di encama 50 salan de derket holê. Ji salên 90î ve bi hezaran kurd li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hatin girtin û hê jî bi hezaran girtî ne. Lê girtiyan her girtîgehek xistin akademî û bi sedan, tez, helbest, nivîs û berhemên cûr be cûr derxistin. Girtîgeh ji bo kurdan êdî bûne cih û warên afirandin, wêje û nîqaşên fikrên azad.

Yek ji van nivîskar, helbestvan û şoreşgeran jî Xelîl Guneş ê ku di 18’ê kanûnê de li girtîgeha Amedê, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû ye. Xelîl Guneş li Edenê ji dayîk dibe û bi pêvajoya zanîngehê Tevgera Azadiyê nas dike û pişt re tev li xebatan dibe Guneş ji sala 1993’yan de di girtîgehê de bû lê her kêliyeke jiyana xwe wek hemû rêhevalên xwe bi awayekî şoreşgerî derbas dike. Xelîl Guneş di girtîgehê de rastî îşkenceyeke giran tê, ji ber îşkenceyên xedar bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Tevî vê nexweşiya xwe jî di girtîgehê de jiyaneke çalak derbas dike. Xelîl Guneş her saet, roj û dema xwe ya 28 salan geh bi nivîs, geh bi helbest û bi têkoşîneke têr û tije derbas dike. Xelîl herî zêde bêriya Amedê dike, di gelek rêzikên helbestên wî de sêwirandinên Amedê hene, behsa deriyên Amedê û Deriyê Çiyê dike. Li Amedê girtî bû, derdora wî bi çar dîwaran hatibû girtin tenê bêhna Ameda berxwedêr têra wî dikir, ji bo hibra pênûsa xwe li ser eşq û evîna Amedê vala bike.

Canê min î mayî bigrin û bixin dilê zarokên xwe yên êgir, yên ku te di hembêza xwe de şîr dane,

yên ku kaniyên xwe li pey xwe hiştine!

Ew her sê darikên ku di destê Mazlûm de şewitîn,

hê jî zilma mêtingeran kor dikin!