27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi xwedîderketinan dê Nobeda Edaletê erênî bi ancam bibe’

Aktivîstên TJA’yê ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan didome bang kirin û gotin dê bi xwedîderketinek xurt re encamên erênî bi dest bikevin.

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin bên berdan bang kirin. Aktivîstên TJA’ayê Gulcan Kaçmaz û Aynûr Sarica diyar kirin ku divê xwedî li malbatan bê derketin û ji bo şikandina tecrîdê jî bal kişandin ser girîngiya çalakiyan.

Tecrîd bandora xwe li hemû jiyanê dike

Aktivîsta TJA’yê Aynûr Sarica diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sîrateyî tevahiya qadên jiyan kiriye û got: “Tecrîd, girtiyên nexweş jî di nav de li ser hemû girtiyan tê kirin. Em jin jî heya ku ev tecrîd bişikê em ê li qadan têbikoşin. Divê piştgiriya Nobeda Edaletê bê kirin. Malbata Şenyaşar jî di nav de em ê bi hemû malbatan re bin.”

Piştgirî girîng e

Aktivîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz da zanîn ku bi îqtidara AKP’ê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan gihiştiye asta herî jor û wiha axivî: “Tecrîd û polîtîkayên girtîgehan pir zêde ne. Ên ku van polîtîkayan têk bibin jî têkoşîna li qadan e. Bi xwedîderketinan dê Nobeda Edaletê erênî bi ancam bibe.”

Kaçmaz balkişand ser bi hezaran girtiyên ku bi hincetên pûç û vala hatine girtin û ev tişt abî ziman: “Di roja me de yek ji qada têkoşînê ya herî girîng jî girtîgeh in. Lewma divê xwedî li girtîgehan bê derketin. Gelek girtiyên tenduristiya wan xirab hene. Lewma divê xwedî li wan bê derketin û li derve dengên wan bê bilindkirin. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê em pêşî li ber van polîtîkayan bigirin. Em dikarin vê yekê jî bi hêza xwe ya rêxistinbûyî bikin.”