28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Jinên Kurd ji bo Gokkan daxuyanî da

Hefteya borî, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî Ayşe Gokkan, bi birayara Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn bi hinceta “endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Gokkan di parastina xwe ya danişînê de diyar kiribû ku ew sûcdariyên lê tên kirin qebûl nake û wiha gotibû: “Ez dewleta mêrserwer, zihniyet û parlamentoya wê nas nakim. Dewlet û qanûnên wê red dikim. Ez ji dewletê re serî danaynim. Ez kurd im, jin im û li vê derê me.”

Têkildarî girtina Ayşe Gokkan, Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî daxuyanî da. Platformê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku endama wan Gokkan ji dosyayeke ku dihat darizandin, bi hinceta “gumana revê” bi sûcdariya “endama rêxistinê ye” ew xistin girtîgehê. Platformê wêrekî û têkoşîna Gokkan bi bîr xist û da zanîn ku wê bi salan di nav siyaseta sivîl a kurdan de cih girtiye û bi nêrîna jinên azad têkoşiyaye.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endama wan Gokkan ji ya xwe nayê xwarê û ji kurdbûna xwe tawîzê nade.

Têkoşîna hevpar

Di dawiya daxuyaniya platformê de ev tişt hat ragihandin: “Di siyasetê de çalakbûna jinên kurd, her tim hikûmet ditirsandine. Tirsa wan a mezin ev e ku polîtîkayên çewisandinê yên li ser gelê kurd tên meşandin, bi dengekî bilind tê gotin. Helwesta wêrek a jinên kurd a li dijî vê rewşa tirsa hatiye avakirin, dibe sedem ku bêhtir zilmê bikin. Em Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî, bi endama xwe Ayşe Gökkan re ne. Heta dawiyê, em ê bi têkoşîneke hevpar li dijî polîtîkayên zext û zorê yên li ser jinên kurd derkevin.”