27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em bibin yek û dengê kurdan bilind bikin

Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî 23 jinên kurd ên di hilbijartina parlamentoya Iraqê de hatin hilbijartin peyamek parve kir. Platformê di peyamê de jinên hatin hilbijartin pîroz kirin û got: “Em hêvî û bawer dikin ku jinên kurd li ser her çar parçeyan bibin yek û bi hêza jinê dengê kurd û Kurdistanê bilind bikin.”

Platformê di peyama xwe de wiha got: “Li ser her çar parçeyên Kurdistanê rol û mîsyona jinên kurd roj bi roj pêş dikeve. Ji rojava heta rojhilat, ji bakur heta, başûr jina kurd bûye sembola têkoşina azadiyê. Êdî li Kurdistanê û li cîhanê baş tê zanîn ku hêza jina kurd hêza veguhertina Rojhilata Navîn e. Jina kurd li her qadê dengê xwe bilind kiriye li civakê rengê xwe nîşan dide. Hêvî û baweriya me ew e ku ev hêz bibe hêza yekitiya jina kurd. Em hêvî dikin jin di nava çar parçeyan de dengê kurd û Kurdistanê bilind bikin. Hêviya me ew e ku armanca wan a herî yekem bibe yekîtiya jina kurd. Em ji bo jinên bi hestên kurdewariyê tev digerin serkeftinê dixwazin. Em wekî Platforma Yekitiya Jinên Kurd serkeftina parlamenterên jinên kurd pîroz dikin.”