26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîs bi ser mizgeftê de girt: 50 kes hatin binçavkirin

Piştî ku damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alparslan Kûytûl di rojên derbasbûyî de di bernameyeke televîzyonê de gotibû “Em ê îtîkafê bikin, bila kerem bikin asteng bikin”  li Dîlokê endamên Weqfa Fûrkanê li mizgeftekê kom bûn. Polîsan bi ser mizgefta ku 50 endamên Dildarê Weqfa Fûrkanê lê kom bûn de girt. Polîsan bi hinceta li gorî mesafeya civakî tevnegeriyane, bi gaza îsotê êrîşî kesên di mizgeftê de kirin. Polîsan, 50 kesên ku li mizgeftê “Îtîkaf” dikirin binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Dîlokê.

Weqfa Fûrkanê  di hesabên xwe yên medya civakî de ev parve kirin kir: “Dildarên Fûrkanê yên Dîlokê beriya mudaxaleya bi gaza îsotê ya polîsan, li gor mesafeya civakî îbadeta xwe ya ‘îtîkafê’ dikirin. Bi hinceta vîrûsê nirxên îslamî tên tunekirin. Vîrûsa ku li kongreyan û li maçan belav nebe li mizgeftan belav dibe.”

Îtîkaf çi ye?

Îtîkaf tê wateya di dawiya 10 rojên meha Remezanê de ji karên cîhanî dûr ketin û xwe dayîna îbadetê ye.