28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan bi ser PSAKD’ê de girt û gelek kes binçav kirin

Li Stenbolê, polîsan bi ser rêxistinên elewiyan de girtin û gelek kes binçav kirin.

Li Stenbolê, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser rêxistinên elewiyan de girt. Polîsan, bi ser Cemxaneya Zeynep Yildirim a Şaxê Komeleya Çandî ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a li Taxa Armûtlû ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê de girt. Di saeta serdegirtinê de kes li komeleyê nebûye û polîsan pştî ku derî şikandine ketine komeleyê û dest danîne ser hin belgeyên cemxaneyê. Hat ragihandin ku polîsan di heman saetê de bi ser gelek cihên din de jî girtiye û rêveberê cemxaneyê Dûrsûn Çîçek jî di nav de gelek kes binçav kirine.

Rêxistinê Elewiyan wê îro saet di 13.00’an de ji bo protestokirina binçavkirinê û girtina bi ser cemxaneyê de li Cemxaneya Zeynep Yildirim a PSAKD’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.