30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşenbîr, siyasetmedar û akademisyenên ereb azadiya Ocalan xwestin

Gelek rewşenbir, hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên ereb tev li kompanya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn û tecrîd şermezar kirin

Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademisyenên ereb tev li hemleya cîhanê  ya ′Azadî ji Ocalan re, çareya siyasî ji doza Kurd re′ bûn û tecrîda derqanûnî û siyaseta dewleta tirk a li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir.

Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademisyenên ereb bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li hemleya ′Azadî ji Ocalan re, çareya siyasî ji doza Kurd re′ bûn.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Em komek rewşenbîr, akademisyen û siyasetmedarên ereb piştgiriya xwe radigihînin û tev li hemleya navneteweyî ya ku di 10′ê Cotmehê de li seranserî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya ramyar û Rêber Abdullah Ocalan û çareya siyasî ji doza Kurd re hatiye destpêkirin, dibin.

Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî bi serkêşiya Amerîka û Îsraîlê hate dîlgirtin. Komplo di 9′ê Cotmeha 1998′an de dest pê kir û di 15′ê Sibata 1999′an de li Nairobi hate girtin û revandin û radestî dewleta Tirk kirin. Dewleta Tirk jî xiste gireva Îmraliyê û xiste odeya yekhucreyî. Destpêkê cezayê darvekirinê lê birîn, dûre dadgeha Tirkiyeyê ku tê de şertên qanûnî tune ne cezayê muebedê lê birî.

Yek ji sedemên bingehîn ên vê komploya navneteweyî ya ku di şexsê birêz Ocalan de gelê Kurd ê bira û daxwazên wan ên mafdar ên azadî, edalet, demokrasî û jiyana hevbeş kir hedef, çewisandina bi gelên herêmê re, têkiliya wî ya bi gelên Ereb re ye û dozên wî yên dadmend, ji bilî neteslîmbûna wî ji cîhana derve re û parastina serxwebûna xwe ya hizrî û reftarî, tevî her tiştî, zext û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mabûn.  Her wiha xebata wî ji bo derxistina gelê kurd ji rewşa wan a dijwar, di têkoşîn û pêvajoya jiyana hevbeş, hevkarî û biratiya gelên herêmê de bibin aktorekî bibandor û li hemberî destwerdanên derve eniya navxweyî xurtir bikin.

Ramyar û têkoşer Ocalan ji 25 salan ve di tecrîdeke tune de ye. Ev tecrîd ji 3 salan ve bi awayekî mutleq hatiye girankirin. Di cîhanê û dîroka şoreşên gelan de rêveber û serok bi vî awayî nehatin tecrîdkirin. Her wiha ne parêzer ne jî malbat dikarin serdanê bikin an jî peywendiyê bi tu awayî pê re deynin û tu agahî li ser tenduristiya wî nîn in.

Abdullah Ocalan ramyarekî girîng, mirovekî aştîxwaz, pêşengê jiyana hevbeş û çareserê dozên aştiyane ye. Tevahî berpirsên dewleta Tirk ên ku komplo pêk anîne û ger dixwazin aştî di nava gelan de misoger be, pêdiviya wan bi gefan û binpêkirina qanûn û ferzkirina tecrîd û sûcên qirkirin û şerê li dijî Kurdan tune ye, ji wê zêdetir divê deriyên girtîgeha Îmraliyê vekin. Ji ber ev yek kilîta çareserî, aştî û pêşerojê ye.

Li ser esasê girîngiya fikir û felsefeya neteweya demokratîk û modela jina azad ku ji aliyê ramyar û têkoşer Ocalan ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmê û cîhanê bi rêyên aştiyane hate pêşniyarkirin, bi naskirina giringiya rola wî wek bîrewer û rêber di çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane û bidestxistina aramî û aştiyê de em tevlêbûna xwe li hemleya navneteweyî ya bi banga azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya aştiyane ya demokratîk ji doza Kurd re radigihînin. Em tecrîda derqanûnî û dermirovî ku desthilatên Tirkiyeyê pêk tînin û nahêlin ne parêzer ne jî malbat pê re hevdîtinê bikin şermezar dikin.

Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademisyenên li ser vê mijarê îmze kirine:

Elî Ehemd Bedirxan, derhênerê sînemayê/Misir

Atif Muxwarî, endamê Meclisa Gel a Misirê

Balyoz Şerîf Şahîn, balyozê Misirê yê berê li Lubnan û Iraqê

Elî Seîd Îbrahîm, pisporê NY′yê yê bêçekkirinê DDR/Sûdan

Mamoste û Dr.Mihemed Rifet El Îmam, mamosteyê dîroka nûjen û serdemê û berpirsê fakulteya wêjeyê yê berê/Misir

Dr. Taha Elî Ehmed, nivîskar û şîrovekarê siyasî/Misir

Îlhamî El Melîcî, nivîskarê rojnameyî/Misir

Raîde Hisên Ebdullah El Zebhanî, balyozê aştiyê/Yemen

Welîd El Remalî, nivîskarê rojnameyî/Misir

Yûsif Wehîb, romannivîs û rojnameger/Misir

Dr. Semîr Fadil, mamosteyê zanîngehê/Misir

Osman Bereke, şîrovekarê siyasî/Lîbya

Şerîf Ebdulhemîd, serokê navenda Xelîc a Lêkolînên Îranê/Misir

Ebde Mexribî, nivîskar û rojnamegerê Misirî/Misir

Şukrî Sîxanî, serokê Şepêla Çeksazî û endamê Meclisa serokatiyê ya MSD′ê

Dr. Elî Sabit, lêkolîner û akademisyen/Misir

Dr. Fernaz Etiye, dîktorîna zanistên siyasî/Misir

Seyid Misteffa, rojnameger û nûçegihan/Misir

Mihemed Fethî El Şerîf, serokê Navenda El Ereb a Lêkolînan/Misir

Muhsin Ewedellah, nivîskar û rojnameger/Misir

Mihemedd Hesen Amir, nivîskarê rojnameyî û şîrovekarê siyasî/Misir

Dr. Mehmûd Zayid, mamosteyê zanîngehê/Misir

Dr. Ehmed Receb, parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Ereban/Misir

Fîras Yûnis, siyasetmedar û nivîskar/Sûriye

Hanî El Cemel, lêkolînêer kar û barên herêmî û navneteweyî/Misir

Ramî Zehdî, siyasetmedarê serbixwe/Misir

Adil El Fexranî, nûçegihan/Misir

Ela Ebdulfetah Seyid, weşanger/