5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekemin ​Kargeha Sandwich Panelê ket meriyetê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn Kargeha Sandwich Panel ku panelên îzolekirinê çêdike ket meriyete

Rêveberiya Xweser ji bo ku rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne, gelek kargeh vekirin. Yek ji wan jî kargeha Sandwich Panel a çêkirina panelên îzolekirinê ye. Kargeh girêdayî Rêveberiya Kargehên Hilberandinê ye û Ii navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ye. Karmendê kargehê Xelîl El Xelîfe bal kişand ser girîngiya kargehê û got: “Ji bo ku em rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda bikin, gaveke pîşesaziyê ya girîng e. Panelên îzolekirinê bi buhayên guncaw û bi kalîte ji welatiyan re çêdikin.”

Panelên li kargehê tên çêkirin, ji bo sîwan û dîwaran tên bikaranîn. Endezyarê mekanîk Elî El Hisên jî got kargeh xwe dispêre amûrên nûjen ên elektronîk ku berhemên xwe li gorî daxwazên muşteriyan hildiberîne. Der barê girîngiya kargehê de endamê rêveberiya kargehê Mihemed Emîn Yusif got: “Rêveberiya Xweser hewl dide tevî dorpêçê jî kargehên din veke. Ji ber ku amûr biha ne, vekirina kargehan di vê rewşê de, destkeftiyeke mezin e.”

Di kargehê de zêdetirî 10 kes kar dikin. Rojane 4 hezar metre panel tê çêkirin.