3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan biryara  AYM’ê nas nekir

Polîsên Stenbolê careke din Dayikên Şemiyê asteng kirin û Qada Galatasarayê li wan qedexe ki. Dayikên Şemiyê bertek nîşanî polîsan dan û xwestin ku rêz ji biryara AYM’ê ya “binpêkirinê” re bê girtin

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 968’emîn de xwestin biçin Qada Galatasarayê û daxuyaniyê bidin. Polîsan carek din dayik asteng kirin û tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî destûr nedan û qad hat qedexekirin. Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  Eren Keskîn û gelek dayik û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayik li ser Cadeya Îstîklalê meşiyan û xwestin bi qerenfîlên di destên xwe de biçin Qada Galatasarayê lê polîsan ew asteng kirin û dorpêç kirin.

AYM’ê nas bikin

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Biryara AYM’ê di ser her tiştî re ye. Qeymeqam nikare vê biryarê ji holê rake. Biryar ji jorê tê dayîn.”

Xizma winda Masîde Ocak jî bi bîr xist ku Tirkiye li gorî xala duyemîn a Destûra Bingehîn dewleta “hiqûqê” ye û xwest rêzdarî ji biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re bê girtin. Ocak anî ziman ku ev 6 meh in bi awayek dijhiqûqî çalakiya wan tê qedexekirin û binçavkirin û îro vay e dîsa tên binçavkirin. Ocak da zanîn ku biryara AYM’ê tê binpêkirin û heke îro destûr bihata dayîn wê ji bo Kerevan Îrmez ê 28 sal berê di binçavan de hat qetilkirin edaletê bixwestina.

Ji xizmên windayan Besna Tosûn jî bertek nîşanî polîsan da û biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê bi bîr xist.

Rojnamevanên ku çalakiyê dişopandin jî ji cihê dorpêçê hatin dûrxistin. Polîsan gelek çalakvan ji pişt ve kelemçe kirin û binçav kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûsa Pîroglû jî bertek nîşanî binçavkirin û qedexekirina çalakiyê da.