5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demildest serbest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bang kir û xwest girtiyê nexweş Ayhan Aykaç demildest serbest berdin

Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 475’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakî li dar xist. Endamên înîsiyatifê di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ayhan Aykaç ê li Girtîgeha Kirşehîrê ya Ewlehiya Bilind girtî ye.

Endama ÎHD’ê Sevîl Turgut daxuyanî da û anî ziman ku Ayhan Aykaç 59 salî ye û 23 sal in girtî ye û gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne û ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê ji ber erdhejê sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hatiye kirin. Turgut destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayek xemsar nêzî nexweşiyên Ayhan Aykaç dibe û ji ber xemsariya rayedaran her ku diçe rewşa tenduristiya wî ber bi xeteriyê û dijwariyê ve diçe. Turgut anî ziman ku divê Aykaç demildest bê berdan û ji bo selametiya tenduristiya wî divê cezayê wî bê taloqkirin û were berdan.