spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kedkarê çapemeniya azad Bagdû bi bîr anîn

Hempîşe û malbata kedkarê çapemeniya azad û rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû yê li Edeneyê di 14’ê Cotmeha 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin, li ser gora wî ew bi bîr anîn.

Li semta Şakirpaşa ya navçeya Seyhana Edeneyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû di 14’ê cotmeha 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin. Bi boneya salvegera 9’emîn a qetilkirina Badgû li ser gora wî ya li Goristana Kuçukobayê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, endamên Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGD), malbata Bagdû, rêveberên HDP’ê û DBP’ê, rêveberên AYKAYDER, ÎHD, AATUHAY-DER’ê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Altan: Em kujeran nas dikin

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku ew qatilên Bagdû nas dikin û wiha got: “Em kujerên hemû hevalên xwe nas dikin. Me viya anî ziman jî lê mixabin tevî ku 9 sal bi ser kuştina hevalê me Kadrî re derbas bûn jî kujer nehatin dîtin. Çimkî nexwestin kujeran derxin holê û bûyerê ronî bikin. Me hewl da heqîqet derkeve holê. Hevalên me yên ku zilm û zora li ser gelê me ragihandin, hatin qetilkirin. Çapemeniya Azad ji roja destpêkê ve heta roja me ya îro bi helwestek xwe ya têkoşer dixebite. Em ê pênûs û rojnameyên wan li erdê nehêlin. Em carek din di şexsê hevalê xwe Kadrî de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin û em ê li ser rêya wan bimeşin.”

‘Em serbilind in’

Hevjîna Kadrî Bagdû, Şemsa Bagdû jî bi bîr xist ku hevalên hevjînê wê ji Amedê hatine û bi xêr hatina wan kir û got: “Em dibînin ku we Kadrî û hevalên wî ji bîr nekiriye. Em bi wan serbilind in. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Hevalê we Kadrî di dilê we de ye. Hûn jî di dilê me de ne û em ê şehîdên xwe û xebatkarên xwe ji bîra nekin.”

Piştî axaftinan beşdaran rojname û gul danîn ser gora Bagdû.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî ji bo bîranîna Kadrî Bagdû li avahiya xwe bernameyek bîranînê li dar xist. Serokê ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş diyar kir ku tevî ku 9 sal derbas bûn jî kujerên Kadrî Bagdû nehatine dîtin û bang kir ku kujer bên dîtin û cezakirin.