6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne’

Şaxên ÎHD'ê li Dîlok, Riha, Şirnex, Wan, Edene, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr û Dêrsimê daxuyanî dan û anîn ziman ku dê piştgiriya Dayikên Şemiyê bikin û dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin

Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 968’an a çalakiya xwe de careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin ku biçin Qada Galatasarayê. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyên xwe yên li gelek bajaran piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê. Di daxuyaniyan de aqûbeta Kerevan Îrmez ê 35 salî û bavê 8 zarokan ku di 19’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Silopiya Şirnexê di serdegirtina malê ji aliyê leşkeran de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn.

Dîlok

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê li Parka Yeşîl Sû daxuyanî dan. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dîlokê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” hat daliqandin. Metna daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevserokê ÎHD’ê yê Dîlokê Bahrî Ogûz ve hat xwendin. Oguz bertek nîşanî astengkirina daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê da û aqûbeta Kerevan Îrmezê 35 salî ku bavê 8 zarokan bû û li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû windakirin pirsî.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Riha

Li Rihayê jî endamên ÎHD’ê ji bo piştevaniya bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re li avahiya komeleya xwe daxuyanî dan. Li eywanê parkarta “Em dest ji lêgerîna windakiriyên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernadin” hate daliqandin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Rihayê Zeynep Dîlek Polat a daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku astengiya polîsan a dayikên şemiyê li dijî destûra bingehîn e û anî ziman ku Dayikên/Mirovên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin.

Şirnex

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê jî ji bo piştgiriyê bide Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê di avahiya xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em di daxwazên xwe yên hiqûqî yên meşrû de israr bin, em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin” hate vekirin. Rêveberên Partiya Çepên Kesk, endamên KESK’ê, endamên OHD’ê û Baroya Şirnexê tev li bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kerevan Îrmez ê ku di sala 1995’an de hatiye windakirin hat pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Şirnexê Haşim Togûrlû ve hat xwendin. Togûrlû, got ku heta faîl bên dîtin ew ê windayan bipirsin û got: “Kesên dewletê îdare dikin; daxwaza me heqîqet û edalet e. Heta ku îradeyeke siyasî nîşan nedin em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Ji Kerevan Îrmez û heta hemû windayên me tê xwestin aqûbeta wan di tariyê de bihêlin. Em ê dev ji pirsîna windayên xwe bernedin. Em ê dev ji Galatasaraya ku cihê hevdîtina me ya bi windahiyên me re ye, bernedin.”

Her wiha şaxên ÎHD’ê yên Wan, Edene, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr û Dêrsimê jî bi heman armancê daxuyanî dan û piştevaniya Dayikên Şemiyê kirin.