26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîtîkaya xizantiyê ya Îranê

Yezda Havîn

Ji ber polîtîkayên xizanî û desteserkirina mafê gelan di warê siyasî, aborî û polîtîk de; li Îranê mijarên xwepêşandan, kolber, girtin, darvekirin û bûyerên civakî qet ji rojevê nakevin. Gel ji ber tunehesibandina mafê siyasî, aborî, polîtîk û girêdayî wê xizantiya heyî bêzar bûye. Mamoste, karker, cotkar bi daxwaza mafên xwe li dijî hikûmetê li 17 bajaran xwepêşandanan li dar dixe û ev xwepêşandan bandora xwe li gelek bajarên din jî dike. Mamoste ji ber derengdayîna mûçeyan, cotkar ji bo bêaviya zeviyan, karkerên şîrketan ji ber mûçeyên kêm û gel jî ji ber bêkariyê daketiye kolanan. Herî dawî li bajarê Akrê karkereke navê wî nediyar ji ber pirsgirêkên di navbera wî û xwediyê şîrketa ku lê dixebite derketibû xwe şewitan. Ji ber ku keseke ji xwediyê şîrketê hesap bipirse tuneye xwediyê şîrketê hêjî der barê vê bûyerê de tu ragihandin nekiriye. Dewlet jî li hemberî vê bûyerê di nav bêdengiyê de ye. Lewra mirov dibê têkilî di navbera wan de heye. Li Îranê bi hezaran bûyerên bi vî rengî hatine jiyîn. Divê mirovên xwe demokrat dibînin û mafê mirovan diparêzin li beraberî bûyerê bi vî rengî şîyarbin û xwedî helwestbin.

Ya rastî sedem û daxwazên xwepêşandanan pirsgirêkên aborî û sîyasî ne.  Lê ev xwepêşandan ji ber nêzîkatî û helwestên dewletê yê binçavkirin, lêdan û girtinê ji encamên erênî zêdetir, encamê neyînî bi xwe re tînin.  Ji ber ku li Îranê mafdayîna civakê di sînorê herî jêr de ye. Ji bo vê yekê doz û lêgerîna mafxwestinê tê wateya li dijî dewletê derketinê. Ev kesên ku li dijî dewletê rabûne, dijmin tên hesibandin û bi şêweyekî tên tawanbarkirin. Lê rexmê zilm û zordariya dagirkeriya rejîma Îranê jî civakekî gelekî serlêder e.  Di pêla xwenîşandanan de ji her beşên civakê ji bo doza mafê xwe dadikevin kolanan. Bi vê ve dixuyê ku civaka Îranê di nava alozî û qeyrana aborî de dikele. Ji bo pêvajoya kaos û qeyranê nebe zemînê şoreşa gelan, nîvê civakê li ser navê kar û qertê besîcî bi xwe ve girêdane û nîvê maye jî di bin navê nakokiya mezheb, ol û baweriyan û bi polîtîka xizantiyê dixwaze civakê bêbandor bike. Lê civaka gelê Îranê ji ber xwedî dîrok û mîrasekî berxwedêr e bêbandor nabe.

Bi taybetî civaka Îranê ji ber polîtîkayên dewletê yên nijadperest, sîyasî û aborî êdî nikarin debara xwe bikin. Ji aliyekî ji sibê heta êvarê kar dikin û ji aliyê din ve jî birçîne. Ji ber li Îranê heqdestê keda mirovan pir erzan bûye. Pir kêm heqdestê xwe digrin. Bi piranî tê desteserkirin û tên pelçiqandin. Heqdestê tê girtin jî têra debara jiyana malbatan nake.  Bi rastî niha malbatên li Rojhilat dijîn di nava zor û zahmetiyan de rojane nikarin pêwîstiyên zarokên xwe dabinî bikin. Ev rastî li ser derûniya gel bandoreke hestên bikêrnehatî, bêhêz û bêvîn ava dike. Ji aliyekî ve kar, ked, xwêdan, westandin û ji aliyê din ve jî xizantî mirovan bêzar dikin. Ev rasterast koletiyeke kûr bênav jiyankirine. Koletî tê wateya kesên ku bêxwestek û bêvîn ji derveyî xwe re ked dane. Ji ber mirov hebûnekî xwedî ked e.   Gel bi çandinî û sewalkariyê dikarin aboriyek serbixwe bidest bixîn. Ji ber erdnîgariya Îranê û rojhilatê Kurdistanê xwedî taybetmendiyekî dewlemend ku tenê bi neft û gaza xwe dikare bi milyonan mirovan xwedî bike. Lê vê civaka dîrokî, berxwêder û xwediyê ezmûn di sed sala 21’mîn de çima ketiye nav xizantiyê?

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji ber nakokî û pirsgirêkên civakê yên polîtîk, sîyasî û aborî ketine rewşeke zor û zahmet. Dewleta Îranê bi halê xweyî ku heye li ser pişta civakê barekî giran e. Civak di bin vî barî de eciqî ye.  Civak niha ji her demê zêdetir ber bi xerabûnê ve diçe. Ji bilî civakê kesî ku jêre bêje “bese” pêşiya wê bigre jî nîne.  Yên ku li Îranê li ser navê mafê mirovahiyê di çarçova qanûna dewletê bertek û nerazîbûnê nîşan didin jî ji aliyê rejîmê ve tên tawanbarkirin.

Di her serdemê de kesên ku ji civakê re pêşengî kirine, hene. Niha kesên wek peyxamber Eyûb, Îshaq, Babek, Mazdek, Hurem û Simkoyê Şikakî ji nav gel derkevin û li hemberî dewletê pêşengiyê bikin dê rewş baştir bibe. Ev mirovên ku bi dû lêgerînê adalet û heqîqetê de ne, ji nav gel derdikevin, zarokên gel in û ji Îranê jî derketine. Nûmûne dewleta Îranê bi rêya kurê Babek dixwaze Babek radest bigire; wexta kurê wî dişînin gel wî, Babek dibêje “Rojek azad a li ser piyan hêjayê çil salê koletiyê ye”. Lê dewlet di rastiya xwe de çil sal koletiyê bê rojek azad li ser gelan ferz kiriye. Encax zarokên gel li dijî zilma dewletê pêşengiyê ji civakê re bike. Yek ji armanca xizantiyê jî ji bo kesên pêşeng û lêgerînerê azadiyê dernekeve pêş dikin. Xizantî li ser derûniya gel bandorekî neyînî dike û bixwe re rê li ber pirsgirêkê navxweyî ya malbatî vedike. Di vê wateyê de pirsgirêkê civakê ji sedî 98 bingeha xwe ji aborî digire. Malbateke xizan ku ji ber pirsgirêkê aborî her roj bihev dikevin, wê zarokên wê malbatê çiqasî tenduristî mezin bibin û wê xwedî lêgerînê azadiyê bin. Di vê wateyê de Rêbertî dibêje “Gel bi birçîbûnê terbiye kirine” ev jî nêzîkatiyek polîtîk û şêweyekî ji qirkirina civakê ye. Ya rastî niha sînorê bi birçîbûnê terbiye kirin jî derbaskirine, bi birçîbûnê radest digirin. Ji bo gel xeynî pirsgirêka birçîbûnê tiştekî din nefikir e. Ji ber birçîbûn bixwe re çanda dizîtî, fihûş û hişbiriyê pêş dixe û di encama wê de exlaq û manewiyata civakê dixîne. Ji ber tunebûna kar ciwanên Îran û rojhilatê Kurdistanê dikevin nav valahiyê û dewlet jî di nav vê valabûna wan de hişbir û diziyê bi cîh dike da ku vîna ciwanan têk bibe. Ji bo gel ji xwe bêhêvî û bêbawerî bikeve her şêweyî bikartînin. Bi şêwaza birçîbûnê gel weke lîmoneke guvaştinê ku ji cehwera xwe derkeve û bibe qalikekî bikêrnehatî, bi kar tîne. Bi vê re ji bilî mûçeyê dewletê tu deriyê din ku civak xwe tê de îfade bike nehiştine. Aboriyek ji bilî venêrîna dewletê sedemê lêpirsînê ye.

Ji ber rejîma Îranê hemû çavkaniya erdnîgariya civakê herikandine pêwîstiyê leşkerî û di heman demê de civak jî ji nirx û çavkaniya welatê xwe bêpar hiştine. Dewleteke parastina xwe tenê bispêre çanda leşkerî û artêşê mezin bike. Budca dewletê ji bo artêşê razîne, wê civak hem biçûk bibe û hem jî wê xizan bibe. Îro ji aliyekî de gel li hemberî xizantiyê li berxwe dide li aliyê din jî budce herî zêde ji artêşa Îranê hezaran leşker li Yemen, Lubnan, Sûriye û Iraqê bi cîhkirine xerç dikin. Lê di rastiyê de parastina welatekî di hêza civakê re derbas dibe. Saddam jî artêşa herî mezin avakiri bû lê di êrîşa Amerîka de heftakê berxweneda. Yê ku li dijî Saddam derket civak bixwe bû. Dewleta Îranê jî xwe li dijî pergala modernîta kapîtalîzmê dimîne, lê di cehwer de heman tiştî dike. Ji ber çavkaniya hebûna desthilatdariyê desteserkirina keda mirovan e. Encax bi vî awayî dikare hebûna xwe bidomîne.

Di vê wateyê de asta welatekî  ehlaqî û polîtîk di asta aborî de diyar dibe. Civakekî di warê civakî, exlaqî, aborî, çandî û polîtîk de pêşnekeve nikare hebûna xwe ji desthilatdariyê biparêze.  Civakekî bihêz welatekî bihêz e. Di vê wateyê de heta dewlet li ser pişta gel barekî giranbe, wê pirsgirêkê gel yê aborî û xizantî ji holê ranebe. Rêya çareseriya vê jî; ev zîhnîyet û kiryarên ku dewlet li ser gel bikartîne mirov bi tekoşîn û berxwedanê dikare ji holê rake.