26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PYD’ê kongreya YNK’ê pîroz kir

Piştî 4’emîn kongreya YNK’ê siyasetmedar li bendê ne ku YNK dê li herêmê û li derveyî herêmê polîtîkayeke çawa biafirîne. Pirsgirêkên siyasî, leşkerî û aborî her ku diçe li herêmê kûrtir dibin. Di vê demê de lidarxistina kongreyê ji bo gel û derdorên siyasî girîng tê dîtin.

YNK di 1’ê hezîrana 1975’an de hatiye damezirandin û heta niha 3 kongre li dar xistine. Kongreya dawî di sala 2010’an de hatibû lidarxistin. Ev kongreya 4’emîn e hat lidarxistin. Bi beşdarbûna hezar delegeyan kongre pêk hat. Navên endamên Encûmena Giştî ya Rêveberiya YNK’ê ya ku ji 121 kesan pêk tê diyar bûn.

Bi boneya kongreyê, hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen û Ayşe Hiso nameyek ji YNK’ê re şandin û kongre pîroz kirin. Di nameya ku hat şandin de bal kişandin ser deskeftiyên kurdan û siyaseta heyî û wiha hat gotin: “Kongre di merheleya ku Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistan di pêşketinên çarenûsî re derbas dibe pêk hat. Serkeftina we, serkeftina me ye. Biryarên ku we dane û hûn ê bidin jî çawa li gorî we girîng in, li gorî me jî wisa girîng in. Çi der barê siyaseta kurdî dibe û çi jî siyaseta herêmê û navdewletî de, ev rewş wiha ye. Em bawer in ku dê ev jî bi xwe re destkeftiyên dîrokî ji gelê me re bîne.” SILÊMANÎ