4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qanûna hilbijartinê ya Iraqê hat pejirandin

Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê civiya. Bi piraniya dengên Parlamentoya Iraqê qanûn hat pejirandin

Duh bi şev Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê civiya. Civîn ji ber nakokiya di navbera fraksiyonan de heya serê sibehê dewam kir.

Di encamê de bi piraniya dengên Parlamentoya Iraqê qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê pejirand.

Di daxuyaniya serokatiya parlamentoyê de wiha hat gotin: “Hemû astengiyên li pêşiya hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê hatin rakirin û ji sala 2003’yan û vir ve ji bo cara yekem serjimêriya sala 1957’an dê bibe bingeh ji bo destnîşankirina welatiyên bajêr. Her wiha nahiya Sergaranê jî ku piştî sala 1957’an bi Kerkûkê ve hate girêdan, dê dîsa bibe beşek ji xelkê bajêr û dê bibe xwedî mafê dengdanê.”

Gorî daxuyaniyê navê hemû welatiyên bi armanca siyaseta erebkirinê birine Kerkûkê, hatine jêbirin û mafê wan ê dengdanê nîne.