27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qetilkirina kurdan li gorî mevzûatê ye!

Zilm û zordariya dewletê ya li hemberî welatiyên sivîl ên kurd berdewam e. Hefteya borî bûyereke mîna bûyera ku di meha îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê qewimîbû li navçeya Geverê ya Colemêrgê pêk hat. Leşkerên ku derketin operasyonê li gundê Avyan ê bajaroka Bajêrganê ya Geverê welatiyê bi navê Şeralî Derelî qetil kirin.

Leşkeran piştî ku Derelî qetil kirin, bi saetan nehiştin ku xizm û gundiyên Şeralî nêzî cenazeyê wî bibin. Ji ber vê yekê cenazeyê Derelî bi qasî 6 saetan li ber çavê malbatê li erdê hat hiştin.

Pêşî derp kirine

Weke hemû bûyerên bi vî rengî ku bi serê kurdan de tînin, walîtiya Colemêrgê li şûna leşkerên kujer Derelî sûcdar kir. Walîtiyê bi awayekî sosret ragihand ku Derelî li gorî mevzûatê hatiye kuştin!

Malbata Derelî bi awayekî tund bertek nîşanî daxuyaniya walîtiya Colemêrgê da. Kurê Derelî Sûltan Alî Derelî der barê kuştina bavê xwe de got ku pêşî leşkeran bavê wî bi awayekî hovane derp kirine û piştre jî gule lê reşandine û ew kuştine.

Birin rojeva meclisê

Di dîmenên ku dema cenazeyê Derelî di destê leşkeran de ye jî biraziyê wî bertek nîşanî leşkeran dide û dibêje ku apê wî bi reşandina gelek guleyan hatiye kuştin.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede û parlamanterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, kuştina Şeralî Derelî bi pêşnûmepirsan birin rojeva meclisê û xwestin ku der barê kuştina wî de li leşkerên kujer doz bê vekirin û bên cezakirin.

Li gel vê hewldana siyasetmedarên kurd jî 5 leşkerên ku ji ber kuştina Derelî hatibûn binçavkirin, piştî gotina dayîna xwe ya dozgeriyê hatin berdan.

Heyeteke ku ji hevserokên KCD û DBP’ê û parlamenterên HDP’ê pêk dihat çû gundê Avyanê û serdana malbata Şeralî kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di serdanê de got ku ew komkujiyên li hemberî kurdan qeyd dikin û roj were dê hesabê komkujiyan ji dewletê bipirsin.

Kolberek jî qetil kirin

Piştî vê bûyerê bi 3 rojan leşkerên tirk li heman navçeyê êrîşî kolberên kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê kirin. Leşkeran kolberê bi navê Misleh Kasimî qetil kir û birayê wî Mislim Kasimî jî birîndar kirin.

Der barê van leşkeran de jî tu doz nehat vekirin û kuştina kurdan ji wan re ma.