2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeymeqamê Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan qedexe kir

Qeymeqamê Cizîrê Konsera Babetna û Koma Sorjiyan a ku wê di çarçoveya mîhrîcana ku li Cizîrê bê lidarxistin de, qedexe kir

Organîzasyona Sanatça û Platforma Kedkarên Giştî (KESK) xwest li navçeya Cizîr a Şirnexê di çarçoveya mîhrîcana çand û hûnerê ya Cizîrê  de konsera Babetna li dar bixe ûKoma Sorjiyan derkeve dikê. Lê Qeymeqamê Cizirê bi hinceta cihê ku konser lê bê dayin ruhsata wê nine qedexe kir. Hunermend, xebatkarên çandê û siyasetmedarên kurd li dijî qedexekirina konserê  li kolana hûnerê daxuyanî dan. Hûnermend, Parlementerên HEDEP ê Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Ayşegul Dogan, rêxistinên HEDEP ê navend û navçeyê, rêveberên DÎSK’ê, TJA, Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Beşdaran di daxuyaniyê de pankarta “Em bi zimanê xwe, hûnera xwe û çanda xwe hene em bi hevre çanda xwe bidin jiyin” vekir. Beşdarên daxuyaniyê bi kincên netewî tev li daxuyaniyê bûn û astengiya polîsan bi dirûşmeya “Êrîş nikarin me bidin sekinandin” şermezar kirin. Girse qedexekirina konserê bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.

Serokê Egitim-Sen’ê yê Şirnexê Adnan Şenbayram axivî û diyar kir ku li dijî hişmendiya qedexekirî ew ê tebikoşin û wiha axivî:” Di çarçoveya mîhrîcanê de me xwest ku konserê li dar bixin. Lêbelê konsera me hate betalkirin. Qeymeqamê vê navçeyê bi keyfî tevdigere. Ji aliyên nêzikî xwe re destûr dide lêbelê dema ku mijar dibe em rastî van qedexeyan tên. Em li vir dibêjin em van qedexeyan nas nakin em ê bi gelê xwe re çanda xwe, hûnera xwe û zimanê xwe bidin jiyîn.

Piştre endamê SES’ê Murat Ozbey daxuyanî da. Ozbey, diyar kir ku ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha li ser çand û hûnera kurd êrîş hene û got:” Çand zimanê xwebûn û hebûna civakekê ye. Serdestên ku ji rengînî û reseniya çand û zimanê civakan acizin, hertim serî li polîtîkayên bişaftin û qirkirinê dane û didin.

Îro jî ev rastî xwe herî zelal bi astengkirin û qedexeyên li ser zîman û çanda Kurda dide xwiyakirin. Komara Tirkiyê ji destpêka avakirina xwe û heta roja me, li ser Kurda, çand Kurda, ziman û nasnameya Kurda polîtîkayên xwe yên bişaftin û qirkirinê bê navber domandin e.Bi qedexekirina ziman, cil û berg, kevneşopî û rengên Kurdî, xwestine ku bi her kesî bidin bawerkirin ku,  gel, ziman û çandeke wisa tune ye. Bi kurtasî civaka Kurd bi sedsala ye ku bi awayekî sîstematîk hem rastî qirkirina fizîkî hem jî rastî qirkirina çandî tê.”

Ozbey, anî ziman ku xebatên çanda kurdî tên krimînalîze kirin û wiha domand:” Bi vê mebestê me jî wek KESKÊ xwest ku di 11-12 hê Mijdarê de li Cizîrê, bi dirûşmeya VEJÎN ê festîvaleke Çand û Hunerê pêşkêşî gelê xwe bikin. Lê mixabin ew hişmendiya ku hebûna xwe li ser tunekirina çand û zimanê gelê Kurd ava kiriye, careke din ruyê xwe yê rasteqîn nîşanî me da û duh êvarî ji me re hat ragihandin ku Qaymeqamtiya Cizîrê destûrê nade konsera ku me yê di çerçoveya  Festîvala Çand û Hunerê ya Cizîrê  de li dar bixista. Ev hişmendiya qedexeker bi sala ye ku bi hîncetên cûr be cûr hemû çalakiyên çandî û hunerî yên vê civakê asteng dike. Ji aliyekî ve her tişta aîdê civakê ye qedexe dike lê di şûna wê de jî bê navber di bin navê ‘çalakiyên hunerî’ de konser û festîvalên ku naveroka wan bi tu awayî xizmeta çanda vî gelî nake li dar dixin.”

Ozbey, got ku qeymeqama navçeyê bi qedexekirina konserê bêtehemuliya xwe ya çand û hûneré nîşan daye û got:” Ev yek bi serê xwe bêtehemûliya li hemberî nasname,çand û zimanê Kurda nîşan dide.  Qaymeqamtiya Cizîrê bi vê helwestê dibêje ku ‘tenê ez dikarim li vî bajarî çalakiyên hunerî li dar bixim, tenê yên ku ez erê dikim û destûr didim, yên ku tenê xizmeta polîtîkayên min  dikin dikarin bername li dar bixin’ Em vê nêzîkatiya ku îradeya sazî û pêkhateyên vî bajarî û çalakiyên çandî û hunerî nas nake şermezar dikin.”