Duşem, Çile 25, 2022

Qeyûm di 2021’ê de jî reng û navê kurdan înkar û qedexe kir

Înkar û îmhaya li dijî nav, çand, reng û sembola kurdan ji destpêka avakirina komara Tirkiyeyê ve didome. Bi taybetî çi cara ku kurd dibin xwedî vîn û xwe bi ziman, çand û nasnameya xwe bi rêve dibin, hikûmet û dewlet dest lê werdide. Bi taybetî di salên dawî de piştî ku kurd di rêveberiyên xweser de bûn xwedî vîn û şaredarî bi dest xistin, hikûmetê ev yek tehamûl nekir û qeyûm tayîn kir. Înkar û îmhaya ziman, çand û nasnameya kurdan a bi destê rayedarên dewletê ku di 2020’î de pêş ket, di sala 2021’ê de jî berdewam kir.

Sala 2020’an zextên li ser çand û hunera kurdî zêde bûn. Meclisê Kurdî wekî “Zimanê nayê zanîn” penase kir. Dadgeha Amedê dîsa ji bo parastina kurdî “Zimanê nehat famkirin” pênase kir. Şanoya Kurdî qedexe kirin. Avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya (NÇM) ya 18 salin li Beyoglu xebat dikir, di 20’ê tebaxê de bi zorê vala kirin û dewrî Qeymeqamiyê Beyoglu kirin û piştre dan Şaredariya AKP’î ya Beyogluyê. Di 13’ê cotmeha 2020’î de lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê “Bêrû” ku Şaredariya Stenbolê xwest derxe ser dike, Qeymeqamiya Gazîozmanpaya ya Stenbolê Walîtiya Rihayê qedexe kirin. Qeyûm piştî tayînî Şaredariya Bêgirî ya Wanê kirin, ewil saziya jinan û çandê girt. Li Wan û Şaxê lewheyên kurdî daxistin. Qeyûme Êlihê dawî li karê zimanzan Zana Farqînî anî. Şaredariya Sêrtê pişti qeyûm Pirtûkxaneya Celaled Alî Bedîrxan xera kir. Şaredariya Qersê hesabê medya civakî yê kurdî girt.

Qedexe û înkara çand û zimanê kurdî didome

Di 29 kanûnê de Qeyûmê Şaredariya Bismilê parka li ser navê Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991’ê de hatibû qetlkirin hatibû çêkirin guherand. Qeyûm navê “Mîllet Bahçesî” li parkê kir.

Di 2’yê kanûnê de Qeyûm terasa Temaşê ya li Fîskayayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat nûkirin, kir bi pere. Kesên ku bixwazin ji vir li Dîcle û Hevselê binêrin divê 1 TL pere bidin

Di 27 cotmehê de qeyûmê Amedê tabeleya kreşa Zarokistanê ya li navçeya Rezan ku bi kurdî û zaravayên wê perwerde dida zarokan guherand.

Di 21 îlonê de tîmên Şaredariya Qoserê yên di bin rêveberiya qeyûm de tenûrên aydî şêniyên taxê bi kepçeyan hilweşandin

Di 8’ê tîrmehê de qeyûm li navçeya dîrokî ya Sûrê avahiyên dîrokî xera kirin. Odeya Avahîsazan destnîşan kir ku bi vî awayî dê tevna dîrokî bi temamî ji holê bê rakirin.

Di 24’ê hezîranê de li navçeya Erdîşê, esnafan sîwanan bi Kolana Hunerê ve kirin, lê qeyûm bi hêceta ku “zêdetir bi sê rengan in” xwest sîwan bên daxistin.

Di 25’ê nîsanê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm bi rê ve dibe, li navçeya Peyasê navê kolana Sîpan guhert û navê wezîrê berê yê AKP’î Abdûlkadîr Aksû lê kir.

Di 8’ê nîsanê de qeyûmê Farqînê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya bi tenê tirkî li ketin û derketina navçeya Farqînê çikand.

Di 5’ê çile de qeyûmê Şaredariya Bêgiriyê, Midurê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Bunyamîn Polat, tayînî Miduriyeta Xizmeta Jinan û Malbatê kir. Bi vî şiklî mêr tayînî saziya jinan kir.

Di 2’ê çile de Qeyûmê Şaredariya Qersê navê Mor Cafe û Xeta Mor yên di serdema HDP’ê de hatibûn vekirin guhert.