5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê şaredariya Yenîşehîra Amedê, taxa Dokuzçeltikê firot

Şaredariya Navçeya Yenî Şehîr ya Amedê çar parsel bi bihayê 90 milyon û 613 hezar û 174 TL firot. TMMOB’ê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku ew ê li ber vê bêûsûliyê rabin û dest bi hewldanên hiqûqî bikin

Şaredariya Navçeya Yenî Şehîr ya Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de tê birêvebirin, yek ji milk ango erdê herî bi qîmet ê bajêr ku li taxa Dokuzçeltikê ye firot. Li taxê 4 parselên binirx hatin firotin.

Qeyûmê şaredariya Yenî Şehîr a Amedê

Ev parsel ango erd li ba avahiya Şaredariya Yenî Şehîr û Forûm AVM’ê ye. Qeyûm sala par parselên 30004 ada jimara 2 û 3’yan, parsela 30006 ada jimara 2’an, û parselên 30007 ada jimara 1’an da ber firotinê. Gelek xanî û kargeh li vir hene. Bi giştî 49 hezar û 878,72 metrekare ye. Ji bo bedela van erseyan 174 milyon û 575 hezar û 520 TL hatibû diyarkirin. Rêxistinên sivîl û xwediyên erseyan nerazîbûn nîşanî firotinê dan û li ser vê yekê îhale hat betalkirin.

Di 24’ê çileya 2023’yan de ji bo firotinê cara duyemîn îhale hat kirin. Kes beşdarî îhaleyê nebû û cara duyemîn îhaleya firotinê hat betalkirin.

Desteya Koordînasyona Bajarê (ÎKK) Amedê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) li ber firotina erseyan rabû û mijara navborî veguhezand darazê. Hê pêvajoya darazê didomiya, şaredariyê cara sêyemîn îhaleya firotinê amade kir.

Hat zanîn ku vê carê her çar parsel bi bihayê 90 milyon û 613 hezar û 174 TL derxistine îhaleyê. Hat zanîn ku Mehmet Şîrîn Kiliç tenê beşdarî teklîfê bûye û bi vê bedela hatiye diyarkirin îhaleyê dane Kiliç.

TMMOB mijarê dibe darazê

Li gorî TMMOB’a Amedê nirxê her 4 parselan nêzî 350 milyon lîre ye. Tê payîn ku TMMOB li dijî îhaleyê serî li darazê bide û hewl bide îhaleyê bide betalkirin. TMMOB’ê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li ber vê bêûsûliyê rabin û dest bi hewldanên hiqûqî bikin.