Şaredariya Bajarê Nû (Yenîşehîrê) ya Navçeya Amedê di bin rêvebiriya qeyûm de ye. Qeyûmê şaredariyê li taxa Dokûzçeltîk 4 parsel derxistin firotinê. Ev parsel li nêzî Forûm AVM’ê ne û di 24’ê çile saet 10.00’an de îhaleya van parselan bê kirin. Paresel 50 doniman e û bi rêbaza teklîfagirtî dê were îhalekirin.
Bedelê temînata derbasdar a îhaleyê 5 milyon û 237 hezar e. Bedelê texmînkirî jî wek 174 milyon û 575 hezar lîre hat diyarkirin. Taksîta vê bedelê ya pêşin dê were dayîn û yê mayî jî wê ji du mehan carekê weke 4 taksît bê razandin.
Li ser van parselên derxistine firotinê gelek mal û dikan hene.