28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatên Yekitiya Ewropayê Pasdarên Îranê dixin lîsteya terorê

Li gorî dengdana ku li Parlementoya Ewropayê hat kirin, ji 638 parlementeran 598 parlementeran dengê erê bikar anîn da ku ‘Mihafizên Şoreşê’ di nava lîsteya terorê de cih bigire

Di civîna doh ya Parlementoya Ewropayê de endamên parlemtoya Ewropayê bi piraniya dengan erê kirin xwestin ku pasdarên Îranê di lîsteya komên terorîst de bicih bibin. Ev yek der barê amadekirina projebiryarekê de hat ku tê çaverêkirin îro  were dengdanê. Ji aliyekî din ve Tehranê hişyarî da welatên Ewropayê li hember pesendkirina biryarnameyekê.

Li gorî dengdana ku li Parlementoya Ewropayê hat kirin, ji 638 parlementeran 598 parlementeran dengê erê bikar anîn da ku ‘Mihafizên Şoreşê’ di nava lîsteya terorê de cih bigire.  wekî din jî  9 endaman li dijî vê mijarê deng dan û 31 endam jî bêalî man.

Serokê Konseya Ewropayê, Charles Michel di civîna Parlemtoya Ewropayê de ji bo mijarê wiha got: Em ê cezayan li dijî rejîma Îranê zêdetir bikin ji ber tundiya li dijî xwepêşandêran û alîkariya rejîma Îranê ya ji bo Rûsyayê.

Michel  di berdewamiya axaftiona xwe de wiha got: “Gelê Îranê ji bo azadî û demokrasiyê li hember rejîmeke hov rawestiyaye û divê em piştgiriya wan bikin”.

Di heman demê de hejmarek ji xelkê Îranê li ber parlementoya Almanyayê çalakiyek li dar xistin û daxwaz kirin ku pasdarên Îranê wek komeke terorîst were binavkirin.

Rejîma Îranê jî li ser ihtîmala ku pasdarên Îranê bilkevin lîsteya terorê gef li welatên Yekitiya Ewropayê xwarin.

Di vê der barê de parlemanterê Îranê Îsmaîl Kotarî di axaftina xwe ya ji ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdarên Şoreşê re wiha got: “Em hişyariyê didin welatên Ewropayê ku nekeve xefika Amerîkayê û pasdarên Îranê nexe nav lîsteya terorê.”

Nûnera Partiya Sosyalîst û Demokrat li Parlamentoya Ewropayê Evîn Enger jî got: “Dem hatiye ku rejîma zordar a Îranê ber bi çopa dîrokê ve were şandin.”