6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser  civîna xwe ya salane pêk anî

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de gelek mijar hatine nirxandin û bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar xist. Di civînê de endamên Meclisa Giştî, meclisên qanûnsaz ên rêveberiyê û Hevserokatiya Meclisa Rêveber, cîgirên meclisê, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û endamên Meclisa Edaleta Civakî beşdarî civînê bûn.

Seroka Desteya Rêveber a MSD′ê Îlham Ehmed, di civînê de rewşa siyasî nirxand û behsa pêşdeçûnên li herêmê û hewlên pêkanîna têkiliyên normîlîzakirinê yên di navbera dewleta tirk û hikumeta Şamê de kir û wiha got: “Rûsya li ser vê nêzîkbûnê îsrar dike û girîngtirînên dosyayên di civînan de hatine nîqaşkirin hewlên hilweşîna QSD′ê û Rêveberiya Xweser in. Lê li pêş van lihevkirinan astengî hene. Astengî ew in ku ceza li dijî rejîmê hene, her wiha dosyaya koçberan heye. Ew yek jî ji dosyayên bigirêk e.”

Helwesta rejîmê ya di hevdîtinan de

Ehmed, der barê helwesta hikumeta Şamê ya di hevdîtinên ku bi Tirkiyeyê re dike de jî ev tişt anîn ziman: “Xwesteka wan dewleta tirk a dagirker ji Sûriyeyê derkeve. Ew xwestek jî girîng e û em jî bi vê yekê re ku krîza Sûriyeyê were çareserkirin. Helwesta MSD′ê ji vê yekê aşkera ye û em li dijî çi têkiliyeke normîlîzakirinê ne. Ji ber ku ev nêzîkbûn nakevin xizmetî civaka Sûriyeyê.”

Piştî nîqaşa li ser rewşa siyasî rapora salane ya meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên sivîl ên demokratîk hatin xwendin. Her wiha civînê de rewşa rêxistinî û xebatên ku meclisê pêk anîne, biryar û qanûnên di sala 2022′yan de dabûn hatin xwendin. Li gel vê pêşniyar û plansaziyên sala bê jî hatin nîqaşkirin.

Hin pêşniyar û plansaziyên ku beşdaran ji bo sala bê pêşkêş kirin û wiha ne:

– Meclisa Giştî xebat li ser danîna plana avakirina navendeke meclisa mîna Parlamentoya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

– Xebata li ser derxistina Peymana Civakî bi forma wê ya dawî were kirin.

– Xebat li ser temamkirina avakirina saziyên Rêveberiya Xweser were kirin.

– Xebat li ser derxistina qanûna hilbijartinên Rêveberiya Xweser were kirin.

– Xebat li ser avakirina komîteyeke şopandina karên Meclisa Edaleta Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin.

– Divê were piştrastkirin ku qanûn bigihînin hemû dadgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û werin pêkanîn.