5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qralê Hollandayê ji ber raboriya koletiyê ya welatê xwe lêborîn xwest

Qralê Hollandayê Willem-Alexander, ji ber raboriya koletiyê ya welatê xwe lêborîn xwest û destnîşan kir ku bandora raboriya koletiyê bi rêya nîjadperestiyê hê jî tê hîskirin.

Qralê Hollandayê Willem-Alexander, ji ber raboriya koletiyê ya welatê xwe û mudaxalenekirina kal û pîrên xwe ya pergalê bi awayekî fermî lêborîn xwest. Qral Alexander, got ku ew ji bo sucê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin efûyê dixwaze û ev tişt got: “Bandora raboriya koletiyê bi rêya nîjadperestiyê hê jî tê hîskirin.”

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte jî meha kanûnê ya sala borî ji ber raboriya koletiyê ya welatê xwe lêborîn xwestibû. Lê nebiyên mirovên hatine kolekirin û welatiyên mêtingehên Hollandayê xwestibûn ku qral Willem-Alexander ku weke sembola dewletê dibînin lêborîn bixwaze.

‘Koletî pêkanîna herî xerab e’

Li gorî nûçeya ku BBC Tirkî çêkiriye, Alexander, diyar kiriye ku rastiyên di qeydên têkildarî koletiyê de bi çavê hesabgirên şîrketên hollandî yên bi bazara koletiyê re mijûl bûne xwendine û ev tişt gotiye: “Dengê gelê ku hatiye kolekirin nehatiye bihîstin û bi bayê re çûye. Koletî pêkanîna herî xerab e. Hê jî sawa raboriya koletiyê bi me re heye. Bandora wê mîna bi nîjadperestiyê hê jî tê hîskirin.”

Di berdewama nirxandinên xwe de qral Alexander, ev tişt gotine: “Ji bo mirovên ku ne li vir in lê dixwazin ji bo civakeke ku herkes dikare tev li bibe dixebitin dilê xwe vekin. Ji raborî û cudabûna ceribandinan re rêz bigirin. Walîtiyên qraliyetê li dijî koletiyê tiştek nekirine. Ji ber vê bêhelwestiya malbata qraliyetê lêborîn dixwazim.”

Fermana lêkolînê

Li gorî lêkolînan, di navbera salên 1675-1770’yan de malbata qralîyetê, ji mêtingehtî û koletiyê bi perê îro ji 545 milyon Euor zêdetir pere qezend kiriye. Tê gotin ku qral Alexander, xwestiye ku der barê koletiyê de hê bêtir lêkolîn bên kirin û têkildarî rola malbata qraliyetê ya Hollandayê de hê bêtir bê zelalkirin.

Hêjayî bi bîrxistine ye ku qral Alexander, ferman dabû ku der barê raboriya koletiyê ya Qraliyeta Hollandayê de lêkolîn bê kirin.