Duşem, December 6, 2021

Qutkirina avê rêbaza tevkujiya gelê kurd e

Dewleta tirk piştî dagirkirina hin herêmên rojavayê Kurdistanê niha jî bi hin rê û rêbazên dagirkeriyê hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Di vî milî de jî Çemê Firatê wekî amûrekî şerê taybet bi kar tîne û dibe sedema koçkirina şêniyên Rojava. Her wiha Tirkiye polîtîkayên xwe yên girêdayî şerên avê derbasî bakurê Kurdistanê dike. Li Êlihê, li Qoserê, li Şirnexê û gelek deverên din ên bakurê Kurdistanê gelek gund û tax bê av tên hiştin. Der barê van polîtîkayên Tirkiyeyê de me bi endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmûd Terbûş re xeber da.

Terbûş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca Tirkiyeyê ya ji qutkirina avê û ev yek anîn ziman: “Armanca dewleta tirk ew e ku dixwaze bi her awayî şerê bi kurdan re bimeşîne. Nexasim jî dixwaze vî şerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş bixe. Nêzî 5 milyon kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Ava Firatê jî diyardeyeke sereke ya jiyanî ye ku gel bêyî wê nikare jiyana xwe bidomîne. Gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û beşek ji Dêrê û beşek ji Hesekê ji vê avê vedixwe. Derveyî vê aboriya vî miletê ku li ser vê axê dijî bi giştî li ser vê avê ye. Li gelek herêman çandinî, zevî, genim û cehên wan bi vê avê têne avdan. Dewleta tirk baş dizane ku jiyan û debara şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avê ve girêdayî ye. Ji ber vê jî dixwaze ku vî gelî li vê herêmê bide koçberkirin. Her wiha dewleta tirk li herêmê şerê leşkerî da meşandin, dû re rêbazên şerê taybet li ser gelê herêmê da meşandin. Niha jî şerê avê dimeşîne.”

Bendav nexebitin…

Terbûş wekî encamekî qutkirina avê, behsa rewşa karebayê ya li herêmê kir û wiha got: “Xaleke girîng jî karebaya herêmê ye. Heke ev bendav nebin, dabînkirina karebayê pir zehmet e. Sê bendav li ser vî çemî hene; Bendava Rojava li Minbicê, Bendava Firatê li Tebqayê, bendava Azadiyê ew jî li gundewarên Reqayê ye. Kareba tenê ji her sê bendavan tê peydakirin. Ev bendav neşuxilin li vir şert û mercên jiyanî bi talûkeyan re rû bi rû dimîne.”

Hevpeyman tê binpêkirin

Mehmûd Terbûş têkildarî hevpeymanên navneteweyî yên ku divê Tirkiye li gorî wan tevbigere jî axivî. Terbûş behsa rêjeya avê ya hatiye kêmkirin kir û ev agahî dan: “Çavkaniya Firat û Dîcleyê li bakurê Kurdistanê ye. Lê niha di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Niha ev av jî di destê wan de ne. Ji ber vê yekê Sûriye û Iraq ji aliyekî ve neçar in. Bes li gorî hevpeymana navneteweyî ya di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hatiye îmzakirin, divê 500 metrosêgoşe av di saniyeyekê de derbasî axa Sûriyeyê bibe. 200 metrosêgoşeyê vê ji bo xerckirina Sûriyeyê ye, 300 metrosêgoşeyê wê jî ji bo Iraqê ye. Lê niha di saniyeyekê de 200 metrosêgoşe av tenê derbasî axa Sûriyeyê dibe. Ji 27’ê meha çileyê heta îro ji 200 metrosêgoşeyî av derbas nebûye.”

Zarok bi jehrê ketine

Girêdayî qutkirina avê nexweşî û bijehrêketina şêniyên li herêmê her diçe zêdetir dibe. Terbûş der barê şert û merc û talûkeyên ku niha herêm pê re rû bi rû maye ev yek bi lêv kirin: “Jixwe bandora qutkirina avê di gelek waran de dixuyê. Gelek bajar ji vê avê vedixwin. Ji bo me jî aliyê herî girîng ê vê yekê rewşa ava vexwarinê ye. Niha ev çendek e li Kobanê û li Reqayê rewşên jehrîbûyînê peyda dibin. Ji ber ku av naherike, xwe paqij nake û nayê paqijkirin zarok zû bi zû bi jehra avê dikevin. Ev milet bi giştî ji vê avê vedixwe. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser demekê berê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku zêdetirî 1400 zarok ji ber paqijnekirina avê bi jehrê ketine. Li herêma Reqayê jî bi heman rengî zêdetirî 4000 hezar zarok nexweş ketine. Em bendavan ji 24 saetan tenê 8 saetan dixebitînin. Em 16 saetan avê kom dikin û 8 saetan jî avê belav dikin. Vê yekê jî bandoreke pir mezin li gel, li herêmê kiriye.”

Rêbaza şer a Tirkiyeyê

Terbûş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe me behs kir aboriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 70’yî li ser çandinî û ziraetê ye. Çandinî debara jiyanî ya gelê herêmê ye. Her wiha ji ber kêmbûn û qutkirina avê herî zêde bandor li çandiniyê kir. Em dikarin bibêjin ku îsal ji sedî 60 zeviyên genim yên li herêmê xera bûn. Meseleya avê meseleyeke mirovahiyê ye. Mafê milet e. Divê ev av tu carî nebe amûra siyaset û şer. Lê belê dewleta tirk vê yekê wekî rêbazeke xwe ya daîmî dimeşîne.”