3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora îşkence û sirgunê ya Girtîgeha Panosê

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, bi rapora ku amade kirin, îşkence û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê li dijî jinan tên meşandin, piştrast kirin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sirri Sakik, Heval Bozdag û Newroz Ûysal Aslan têkildarî binpêkirin û îşkenceyên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tên kirin raporek amade kirin. Rapora wek nivîskî hate parvekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî agahiyên derbarê girtîgehê di 1’ê îlonê de hatin parvekirin ew jî di 13’ê îlonê de çûne serdana girtîgehan û hin lêkolînan kirine. Di raporê de hat gotin ku dema ew çûne serdana, dozgerê girtîgehê Nûrûllah Dûrak jî di girtîgehê de bûye û Dûrak gotiye ku ew baweriya xwe bi gotinên îşkenceya bi girêka berazan hatiye kirin, neaniye.

Di raporê de gotinên girtiyên rastî îşkenceyê hatine jî cih girtin. Zahîde Taşdemîr a heyet pê re hevdîtin kiriye têkildarî roja bûyerê ev tişt gotin: “Ez dayikeke 60 salî me. Demekê di girtîgeha Mûşê de mam. Hevjînê min jî di girtîgeha vir de girtî ye. Ez nexweşa sarayê me. Diranên min ketine û hin nexweşiyên min ên din jî hene. Ev sê sal in li gel girtiyên din em bi hev re dimînin. Roja bûyerê me ji ber tiştên hatine kirin, li deriyan xist. Komeke mezin ên gardiyanên jin û mêr ketin hundir. Komek bi mertal û copan ketin hundir. Dema ku ketin odeyê dehf li girtiyan dan û li wan xistin, raazandin erdê. Gelek li Mizgînê dan.”

Îşkenceya li girtiyan

Mîzgîn Kayitbey jî têkildarî îşkenceyê ev tişt anî ziman: “Ji nişgav deriyê me vebû, 8-9 gartiyanên jin, 10-15 kesên wekî cikêN hêzên taybet li xwe kiribûn, 25-30 gardiyanên mêr ketin hundir. Hêzên taybet ên cop di destên wan de bûn, li me xistin, pêhînan avêtin û me razandir erdê. Em demekê di odeyê de man. Piştre me derxistin korîdorê. Dema em li korîdorê de bûn zilameke bi cilên taxim li me temaşe dikir. Li wir kelemçe li destên me xistin û me birin odeyekê. Li wê odeyê dest û piyên me bi girêka berazan hatin girêdan. Di wê kêliyê de me bihîst ku kesên cilên taxim li ber wan bûn, gotin ‘Li wan bixin bilanî careke din dengê wan dernekeve. Serê me hersêyan dan ber hev û bi 4 saetan em hatin sekinandin. Piştre bi lêdanê me yek bi yek ji wir derxistin.”

Lêpirsîna dîsplînê

Di raporê de hate diyarkirin ku Kayitbey hatiyet derbkirin, zendên wê û dora çavên wê şîn bûne û lêva wê birîn bûye. Di rapora ku hate diyarkirin girtî Nazlican Barişer û Lale Kabîşen jî hatine derbkirin de hate daxwazkirin ku kesên îşkence kirine ji kar bên derxistin. Di raporê de her wiha agahî hatin dayin ku piştî êşkenceya li girtiyên jin, girtiyên mêr ji bo rewşê protesto bikin li derî dane û li dijî girtiyên mêr 4 lêpirsînên dîsîplînê yên cuda hatine destpêkirin.

Sewqa bi darê zorê

Di raporê de hate gotin ku Kayitbey û Kabîşen ên ku îşkence li wan hatiye kirin di 18’ê îlonê de bi zorê birine girtîgehên din. Di rapora ku hate diyarkirin Kayitbey sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê, Kabîşen jî sewqî Girtîgeha Jinan a Tersûsê hatiye kirin wiha hate gotin: “Şande; dema ku helwesta dozgeriya ku divê bi lezgînî û derveyî fîzîkî tevbigere li ber çavan were girtin, li gel rewşa girtiyên ku dişînin girtîgehên cuda û dûr, fikarên xwe bi raya giştî re par ve dike ku lêpirsîneke bibandor, serbixwe û bêalî neyê kirin.”