4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora pêşenirxandina avahiyan hate eşkerekirin

ÎMO’yê rapora xwe ya pêşenirxandin a têkildarî avahiyên li herêmên erdhejê hilweşiyane aşkera kir û bal kişand ser terkexemiyan.

Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) têkildarî avahiyên di erdheja Mereşê de hilweşiyayî, rapora xwe ya pêşenirxandin aşkera kir.

Di raporê de hat gotin ku li herêmêke pir berfireh xisar çêbûye û leza liv û tevgerê û guherîna erd pir zêde bû. Di raporê de hat gotin ku erdhej her çiqas bûyerên xwezayê bin jî, ya ku wan vediguherîne karesatan, avahiyên bi destê mirovan hatine çêkirinin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Heke avahî li gorî rêgezên avakirina hilberînê bihatina çêkirin; dê dîsa xisar bigihişta avahiyên li gorî rêziknameyên hatine çêkirin, heta dibe ku xisareke mezin jî bigihiştayê lê dê veneguherîbûya karesateke ew qas mezin. Wê demê heke xisar mezin bûya jî dê windahiyên can bi sînor bûya.”

 Pirên wan piştî sala 2000’an hatine çêkirin

Sedema hilweşîna avahiyan û tespît jî di raporê de wiha hatine rêzkirin, “Envantera avahiyên li herêma erdhejê, di halê hazir de nayên zanîn. Avahiyên bi komî hilweşiyayî yan jî avahiyên xisar gihiştiyê, gelemperî piştî sala 2000’an hatine çêkirin. Heta gelek jê çend sal berê di demeke nêz de hatine çêkirin. Heta di avahiyên li gorî rêziknameya sala 2019’an hatine çêkirin de jî tebiqînên komî çêbûne.

Zemîn qels  in

Herêmên ku xisarên erdhejê lê zêde çêbûne, ew bajar in ku li ser erdên çandiniyê yên berhemdar hatine avakirin. Li ser zemînên ku li binê wan kevirên sereke lê qels in û zemînên ku potansiyela wan a ronbûnê heye, avahiyên 10-15 qat hatine çêkirin. Avahiyên ku pergala wan a hilgiriyê qels, xisareke mezin gihiştiyê yan jî bi komî hilweşiyan e. Li gel vê; heke nehilweşiya bin jî, yan qatekî di erdê de çûne û yan jî xwar bûne. Ev yek jî nîşan dide ku li hinek herêman zemîna avahiyan ron e.

Weke di sepanên hemû înşaetan de hewce dike, hewceye venêrîneke baş were kirin. Lê belê ev zincîra ku terîfa wê tê kirin, ji ber hinek sedeman li welatê me kêm tên kirin. Bi taybet jî qismekê fîrmayên mitahitên biçûk, ji bo ku xwe nedin ber mesrefa wê, ji vê sepanê direvin. Lewma hîmê qismekî avahiyên li ser van zemînan tên çêkirin nikarin xwe li ber erdhejan bigirin. Divê ev rewş were lêpirsîn. Pirsgirêk, di çarçoveya asta zanebûnê, tecrûbe, etîk û pîvanên exlaqî de pirsgirêkeke civakî ye. Ji vê hêlê ve jî dema mercên welatê me mirov dide ber çav, divê fealiyetên Plankirina Bajaran dîsa li ber çavan bên derbaskirin.

Ji malzeme dizîne

Tê fikirandin ku zafiyet malzemeyên avahiyên betonarme de heye. Di salên 1980’an û 90’an de heta di salên 2000’an de qalîteya betona ku di avahiyan de hatiye bikaranîn xirab bûye û ev gelek belav bûne.

Ji ber vê yeka zeafiyeta malzemeyan îro bûye sedema hilweşinê. Hilweşandina van avahiyan rê li ber travmayeke mezin vekir. Ji bo avahiyên di demên dawî de hatine çêkirin û hilweşandina wan û xisar dîtina giran, texmîna sedema wê ne hêsan e. Heke bikaranîna malzmeyan hindik be tê maneya ku pergala kontrole nexebitiye.

Stûn û kîrîşan giranî ranekiriye

Di stûn û kîrîşên avahiyan de jî tê dîtin ku qewîn nehatine çêkirin û di qatên avahiyên jor de hesinên kin hatine bikaranîn.

Li gorî dîmenên avahiyên hilweşiyayî, tê dîtin ku bêtir qatên zemînê herifine û paşê jî qatên din bi awayê sandvîç bi ser hev re herifine. Yek ji sedemeke din ku rê li ber xisara avahiyan vekiriye jî ew e ku di qatên zemînê de yên ku ji bo mekanên tîcarî hatine bikaranîn, dîwarên radagirtinê (dolgûyê) nîn in û ev wisa tê nirxandin. Ji ber ku qatên zemînan ne zexm in dibe sedema hilweşînê. Ji ber ku avahî bê ser û ber hatine çêkirin rê li ber rûxandina mezin vekiriye.