3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya dewleta tirk; zextên li dijî çapemeniyê

Li Tirkiyeyê zextên li dijî rojnamegeran didomin. Li gorî daneyan Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde zextê li rojnamegeran dike. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Azad Kaya û nûçegihanên Jinnewsê Rojda Aydin û Derya Ren li Cizîrê hatin binçavkirin.

Rojnameger piştî şopandina nûçeyê dema ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve dihatin, di têketina navçeyê de ji aliyên polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan, berê çekan dan erebeya ku rojnameger tê de bûn, pêşiya wê girt û nasnameyên rojnamegeran li GBT’ê xistin.

Rojnameger Azad Kaya, Rojda Aydin û Derya Ren piştî demekê serbest hatin berdan, lê ji ber ku der barê nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût de lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin hebû hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku nûçegihan Zeynep Dûrgût, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de ku der barê nûçeya Osman Şiban û Servet Tûrgût ên ji helîkopterê hatibûn avêtin de hatiye binçavkirin. Polîsan destên Dûrgûtê ji paş ve kelemçe kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Dûrgût derxistin edliyê û dozger bi îdiaya “li ser navê rêxistinê xebat kiriye” sewqî dadger kir û xwest Dûrgut were girtin.

Leşkerên dewleta tirk di operasyona 11’ê îlonê de li navçeya Şax a Wanê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçavkiribûn û ew ji helîkopterê avêtibûn. Nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala ji ber ku belgeyên ji helîkopterê avêtina Osman Şiban û Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da derxistin holê, hatin girtin. WAN