5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwestina edaletê jî qedexe ye!

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî kargeha malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê Hecî Esvet Şenyaşar û lawên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawên xwe ji dest da, bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ku ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, du roj berê bi daxwaza edaletê li ber avahiya AKP’ê ya Rihayê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan Emîne Şenyaşar û lawê wê binçav kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wî bi şertê kontrola edlî ango di mehê de du caran îmze bidin hatin berdan.

Emîne Şenyaşar a hat berdan destnîşan kir ku ew û lawê xwe Ferît bi armanca ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê niha girtî tê darizandin, were berdan û edalet ji bo wî pêk were çalakiya rûniştinê li dar xistine û wiha got: “Ji kurê min re 150 sal ceza tê xwestin. Yek ji miqabil girtî ye û tê xwestin were berdan. Me li ber AKP’ê banga bêedaletiyê kir, lê me birin xistin nezaretxaneyê. Em dixwazin edalet pêk were. Zarokên min û hevjînê min li dikan û nexweşxaneyê kuştin. Em ji bo edaletê vê bûyerê çûn li ber AKP’ê rûniştin. Min xwest dîmenên li nexweşxaneyê derxin. Çima dîmenên li nexweşxaneyê vedişêrin? Qatilên malbata min li Pirsûsê pir bi rehetî digerin. Me edalet xwest lê wan zext li me kir. Kê zarokên min û hevjînê min kuştin? Yên ku malbata min qetilkirin kesek bû gelo? Zilmê li me dikin. Mifte li deriyê mala min xistin. Bila her tiştî derxin holê. Kurê min sê sal in di hepsê de ye. Ev edaleteke çawa ye? Dema zarokên min hatin kuştin li çepikan xistin. Êdî bes e bila lawê min berdin. Heke bernedin em jî kuştî ne.”

Ferît Şenyaşar anî ziman ku wan li ber AKP’ê daxwaza edaletê kiriye û bi binçavkirinê bersiv dane vê daxwaza wan a rewa û demokratîk. RIHA