3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Quling û rovî

Sadiye Eser

Hebû tune bû, carekê ji caran quling û rovî destbirakên hev bûn. Ji ber rovî û quling destbirakên hev bûn rovî bang li quling kir. Rovî ji quling re got: Ez ê te vexwînim. Ez dê şîva te çêbikim.

Quling got: Temam.

Rovî çû hewdelek (dims) rohn çêkir û li ser tahtê rokir. Quling nikilê xwe li latê da, lê nikilê wî eşiya. Rovî jî ket ser tahtê (lat) û hewdel alast û hemû xwar.

Quling got: Tu li qimçika min ke rovî. Ev bû vexwendina te, dest û biratiya te.

Quling jî bang li rovî kir û got: Birayê rovî te ez vexwendim îcar dora min e. Em destbirakên hev in. Ez jî te vexwînim xwarinê.

Rovî got: Temam.

Quling hêdîka çû kulmek nok anî û got: Xwarina me nok in.

Nok li serê tahtê rokir û her yekî ji milekî ve dest bi xwarinê kir. Rovî ket pey nokan, lê her nokek bi aliyekî ve gindirîn û belav bûn. Heta rovî dihat noka din digindirî. Rovî westiya. Kir û nekir du nok zeft nekirin. Quling bi nikilê xwe ket ber nokan û hemû nok xwarin.

Rovî ji quling re: Bira wexta ku min hewdel çênekiribûya û li ser tahtê ronekiribûya, te jî nok li ser tahtê ronedikir. Ez jî li pey nokan nediwestiyam.

Her duyan got destbiraktiya me ji vir û şûn de nema bi kerî me tê. Em bi hev re xayin in. Her du ji hev belav bûn û destbiraktiya wan jî xelas bû. Roviyê ku hat xapandin çû xwe gihand cem hirçekî. Ji herç re got: Were ez û tu bibin destbirakên hev.

Hirç got: Bila baş e.

Rovî û hirç bûn destbirakên hev. Hêdika çûn. Heçî rovî ye, şeytan e. Xapiyaye.

Rovî ji hirç re got: Çi tahma dinyayê heye tev di vê çahlê de ye. Divê em bikevin vê derê. Em jê nexwin em ê çawa îdare bikin.

Rovî ji hirç re got: Tu dizanî çi ye? Ka ez ê dûvê xwe pê de berdim. Tu pêşî xwe berde çahlê. Ka rewşa wê çawa ye? Her du jî ji hev re xayin bûn.

Rovî got: Birayê hirç destbira, ez biçûk im tu mezin î. Ez ê dûvê xwe pê de berdim. Pêşî tu xwe berde. Ez  jî dê xwe bavêjim ser milê te. Ez jî dê werim xwarê.

Rovî aqilê hirç ji rê bir. Hirç berda çalê û pişt re got: Birayê hirç bi xatirê te. Ez çûm. Bi xatirê te. Hirç çiqas bêje hey hawar hey filan jî kar nake. Rovî lêda û çû. Kir û nekir fêde nekir. Feqîrê hirç di wir de birçî bû ji neza.

Rojekê rovî got: Ez biçim serdana destbirakê hirç, ka halê wî halê çahlê çi ye?

Rovî çû ber çahlê. Hirç ji rovî re got: Xwedê teala tahma hemû tiştan aniye li vir daniye.

Halbûkî ji neza diçû û dihat. Tiştek di çahlê de nebû, ax dixwar. Rovî hingî çilek û binefs bû xwe negirt.

Got: Ka milê xwe bitewîne. ez ê xwe bavêjim ser mil te.

Hirç got: De bila. Rovî xwe avêt çahlê. Vêca hirç bi qirika wî girt.

Hirç got: Bi xwedê ez li vir bimirim tu yê jî li vir bimire. Em hevalên hev in. Te ez xapandim. Ev kar bû barê xapandinê. Te ez nexapandibûma, min jî tu nedixapandî.

Her du man di çahlê de. Birçî bûn. Bi vir de çûn, bi wir de çûn, çahl bû nikaribûn derbikevin. Gotin heyran em ji hev re sozekê bidin. Sozê berê qayîm bûn. Hirç got baweriya min bi te nayê. Te li min xayintî kiriye, tu zilamekî bêbextî, ez bi te bawer nabim. Em bimirin em ê bi hev re bimirin, em bimînin jî em ê bi hev re bimînin. Werhasil çi soz jê stand rovî çû ser milê hirç û got xirp xwe avet ser devê çahlê. Rovî ji hirç re gotibû wextê ez çûm ser devê çahlê ez e dûvê xwe berdim tu bi dûvê min xwe hilde banî, lê wexta rovî çû ser devê çahlê ji hirç re got: Hirç hirç welleh ez bêbext im.

Dibêjin soz û bextê filankesê xapê rovî ne. Rovî jî wisa xayin û bêbext e. Li hirç xayintî kir û çû. Hirç  di wir de ma. Quling bi milekî ve çû hirç jî bi milekî ve çû.

*Çîroka ji Kerborana herêma Mêrdînê

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê