Duşem, Çile 25, 2022

Rastiya dîroka şaristaniya huriyan

Zinar Ronî

Di dîroka kurdan de yek ji şaristaniyên sereke şaristaniya Huriyan e. Çand û zimanê huriyan bi hezar salan li ser qebîle, eşîr û şaristaniyên Kurdistanê bandor kiriye. Ew qas bandor kiriye ku birêz Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de dema behsa huriyan dike dibeje: “Mirov dikare demên navbera B.Z 6000’î heya dema medan wekî serdema huriyan bi nav bike.” Hurî li ser çanda Tel Xelef mezin dibin û belav dibin. Ango mirov dikare bibêje ku çanda Tel Xelef di avabûna huriyan de çanda sereke ye. Di heman demê de civaka ku çanda Tel Xelef belav kir jî civaka huriyan bû. Her duyan jî li ser hev bandor kirine.
Demek dirêj li ser orjîna gelê kurd nirxandin hatin kirin. Ji gelek aliyan ve kurd wekî civak û neteweyek resen nedihat qebûlkirin. Derdorên ku qebûl dikirin jî li gorî mantalîteya xwe qebûl dikirin. Lê di demên dawî de her ku di encama lêkolînên li Kurdistanê hatin kirin û geşedanên nû derketin holê, dîrokzan û arkeologan berê xwe dan Kurdistanê û hatin dest bi lêkolînan kirin. Bes vê carê jî hewldanên dîrokzanan ên ku van geşedanan li gorî xwe dinirxînin pêş ketin. Çawa ku di destpêka komara Tirkiyeyê de şaristaniyên wekî Sumer û Hîtît wekî ku şaristaniyên tirk bin dihate diyarkirin, dîroka fermî kete nav hewldanên ku hemû geşedanan ji xwe re bike bingeh. Lewma dema mirov li ser huriyan lêkolîn dike, dibîne ku hin derdor wan wekî şaristaniyeke tirk didin nasîn. Di destpêkê de hebûna wan nedihat pejirandin. Dema hat fêmkirin ku heqîqet nayê veşartin vê carê ketin nav hewldanên berovajîkirina heqîqetê.

Hûrî pêşengên kurdan in

Malpereke bi navê ‘yenîdenergenekon’ cih dide makaleyeke ku ji aliyê Ekrem Memîş ve hatiye nivisandin. Ev kes qaşo profesor e. Der barê huriyan de gelek agahî dide. Cihê avabûna wan heta ku cihê lê belav bûne hema bêje tevî bi rêkûpêk vedibêje. Lê dibêje ku zimanê huriyan dişibe zimanê pêş-asyayiyan. Ji ber ku zimanê tirkan jî yek ji zimanê pêş-asyayî ye hurî pêşengên tirkan in. Ev gotar ji bilî ku huriyan wekî tirk bide nîşandan gotareke baş e. Lê mixabin netewperestî û dîroka fermî li xwe danaynin ku bêje hurî pêşengên kurdan in. Dema wisa bibêjin dîroka kurdan diçe beriya dîroka tirkan û ev rastî jî xeta wan a sor e ku ‘nayê qebûlkirin’. Yanî dîrok ne li gorî rastiyê li gorî hestên netewperestî tê nivîsandin.

Di malpereke din a bi navê ‘turktarihim’ de wiha dibêje: “Bi dahûrandinên metnên hurî yên li Bogazkoy û Ûgarît derket holê ku hurî ne bi zimanên semîtîk û ne jî Hînt-Ewropa diaxivîn. Her wekî elam, gutî û subariyan dewsên dîroka tirkan li ser wan xuya dikin.” Di berdewamiya gotarê de tê gotin ku çanda huriyan ji gelek hêlan ve dişibe ya tirkan. Her wiha di heman gotarê de tîne ziman ku destpêka zimanê huriyan diçe B.Z. 5000’î. Yanî mirov di vir de dikare wiha pirs bike. Gelo di B.Z. 5000’î de rewşa Asyaya Navîn çi bû? Ji hêla civakê ve di çi astê de bûn? Bi qasî ku dîrokzanî dibêje wê demê li Asyaya Navîn hêj nû serdema neolîtîkê dest pê dikir? Wê demê çawa çêdibe ku hurî ji Asyaya Navîn bi çandeke ewqas pêşketî hatin Mezopotamya û Kurdistanê? Netewperestî û armanca sazkirina dîrokeke çêker mirov wisa dixe rewşeke kambax. Yanî nabêje ji ber ku hin beşê çanda tirkan dişibin huriyan dibe ku tirk ji çanda huriyan bandor bûbûn. Dibêje ew pêşengên tirkan in. Lê tirk bi awayê fîzîkî cara ewil bi îslamiyetê re hatine Mezopotamya. Lê hurî B.Z. di 1650’î de bûne şaristaniyeke xurt û heta qefkasan bandor kirine. Ji Sûriyeyê bigire heya Derya Reş ji Derya Spî bigire heya Zagrosan li qadeke berfireh hakimiyet kirine. Ev her du gotarên ku ez behsa wan dikim bi xwe jî vê rastiyê qebûl dikin. Lê qebûl nakin ku ew pêşengên kurdan bin.

Lêkolîna li ser ziman

Niha em werin ser rastiya huriyan. Lêkolînên ku li ser ziman û erdnîgariya huriyan hatine kirin nîşan didin ku ew pêşengên kurdan in. Zimanzanên ku li ser tabletên bi zimanê hurî hatine nivîsandin diyar kirine ku ev ziman ergatîf û aglunatîv e. Ango zimanekî tewangbar û paşqertafî ye. Zimanzanan ji ber ku kurdî nexistine hesab û têkiliya hurî û kurdî lêkolîn nekirine gotine ku têkiliya hurî û tu zimanan tune ye. Lê rastiya kurdî tu carî nikare were wendakirin. Ev taybetiyên ku ji bo hurî têne gotin di heman demê de taybetiyên kurdî ne. Kurdî jî zimanekî ergatîvî û aglunatîvî ye. Alî Hesen Huseyn (lêkolîner û nivîskarê dîroka Kurdistanê) li ser vê mijarê lêkolîn kiriye û têkiliya kurdî-hurî raxistiye ber çavan. Peyvên di tableteke hurî de yek bi yek girtine dest û şibandina wan a kurdî derxistiye holê.
Mirov dikare van mînakan zêde bike. Êdî gumana têkiliya hurî û kurdan nemaye. Mijara mirov li ser lêkolîn bike rist û giringiya huriyan a di dîrokê de ye.

Ziman û çand a Huriyan e

Hurî tevahiya navê qewmên li Kurdistanê bû. Ev nav ji aliyê qewm û desthilatên derdorê ve li wan hatibû kirin. Hurî B.Z. 5000 heta B.Z. 1650’î. bi awayekî qebîle û eşîr tevdigeriyan. Hem çavkaniyên Babîl hem jî yên Akad-Asur behsa huriyan dikin. Ev şaristanî bi piranî behsa şer û seferên ku di navbera wan û huriyan de hatine kirin dikin. Lê di salên 1650’î de (B.Z) hurî êdî wekî şaristaniyekê tevdigerin. Ji derdora Edeneyê heya Meletiyê gelek dewletan ava dikin. Lewma mirov dikare şaristaniya huriyan wekî konfederasyona dewletan jî binirxîne. Ango dewleteke navendî tune ye. Lê ziman, çand û baweriya van dewletan a huriyan e. Di lêkolînên ku hatine kirin de li gelek cihan tabletên bi zimanê hurî hatine dîtin. Yek ji van cihan ‘Kultepe’ ya girêdayî bajarê Qeyserî ye. Li vir bi sedan tablet hatine dîtin. Her wiha cihekî din jî derdora Edeneyê ye. Di dema huriyan de li vir dewleteke bi navê Kîzwattna hebû. Jixwe dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku peymana di navbera hîtît û misiriyan de ya bi navê Kadeş li ser navê Puduhepa hatiye nîşankirin. Li ser vê peymanê mohra Puduhepa heye. Puduhepa hevjîna keyayê hîtîtiyan e. Li ser mohrê dinivîse ‘prensesa Kîzwatna Puduhepa’. Ango piştî Hurî hildiweşin jî ev dewleta huriyan hebûna xwe didomîne.

Xwedayê mezin:Teşûb

Baweriya huriyan jî li ser dîrokê bandorek mezin kiriye. Di mîtolojiya huriyan de dozdeh xweda hebûn û xwedayê herî mezin jî Teşûb bû. Navê Teşûb ji peyvên ‘teş’ û ‘ba’ pêk tên. ‘Teş’ dibe ku ji peyvên wekî ‘tîj’ ‘tuj’ ‘tuş’ an jî ‘teşî’ qulîbî be. Ev peyv jî di kurdiya îroyîn de jî têne bikaranîn. Dîsa rayeka ‘ba’ jixwe heman peyva ku di zimanê rojane de tê bikaranîn. Teşûb xwedayê firtoneyê bû. Peyvên tîj û ba jî mirov dikare wekî ‘bayê tuj’ ango bayê tund ku tê wateya firtone şîrove bike. Teşûb bi sembola ga dihate nîşandan. Ga sewalê wî yê pîroz bû. Her wiha di mohrên gilover ên mîtaniyan de jî gelek caran hatiye resimkirin. Di mohran de gelek cure alav di destê wî de xuya dikin. Bivir, tîr, kevan, rim, şûr hinek ji van alavan in. Cil û bergên wî jî li gorî hereman dihate guhertin.
Piştî huriyan Teşûb di heman demê de bû xwedayê gelek şaristaniyên din. Teşûb xwedayê sereke yê panteona hitîtîyan bû. Di panteona hitîtiyan de navê hevjîna Teşûb xwedavenda rojê Hepat bû. Dîsa xwedayê herî mezin ê urartuyan jî Teşûb bû. Her wiha navê paytexta Urartuyan Tuşpa jî navê xwe ji xwedayê wan digire. Teşûb xwedayê firtoneyê ji aliyê hemû qebîle û eşîrên Toros-Zagrosan ve dihate pejirandin.

Di gelek mohrên gilover ên Mîtaniyan de em dîbînin ku bi xweda Teşûb re sembolên roj û heyvê jî hatine xetkirin. Di hinek mohran de baskên rojê hene. Di hinek mohran de jî nîv heyv ê roja ku pênc tîrêjên wê hene hatiye xetkirin.

Nîşe: Wêneyên mohran ji pirtûka Ako Mihemed Mîrzadeyî ya bi navê ‘Dîroka Kurdên Kevnar’ hatine girtin.