Wednesday, Çile 26, 2022

Gelê kurd 28 sal in li dijî qedexeya Almanyayê têdikoş e

Di nava rojeva heyî de gelek mijarên sereke hene. 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê bû. Kurdan wekî her sal îsal jî li gelek qadan ev roj bi şahiyan pîroz kir. Niha di rojevê de nobeda edaletê ya malbata Şenyaşar, nobeda malbatên Şehîdan a li deriyê sînor ê Sêmalka û nobeda malbatên girtiyan e. Mijarek din a sereke jî, 25’ê Mijdarê ye. Weke her sal, îsal jî li dehan bajarên Kurdistan, Tirkiye û tevahî cihanê jin li dijî şîdetê daketin meydanan. Lê di vê nivîsê de ez dixwazim qala salvegera qedexekirina PKK’ê û nerazîbûnên li dijî vê bikim.

PKK’ê sala 1993’an destpêkê li Almanyayê hat qedexekirin. Îro eger mirov li gorî çavkaniyên dewletan biçe gelek sedem an jî hincetên qedexekirinê hene. Lê sedemeke tune ku em li gorî wan çavkaniyan binirxînin. Almanya, di salên ‘şerê sar’ de bû biryargeha destjêneveger a NATO û DYA’yê. Di têkoşîna ‘antî-komunîst’ de Komara Almanya Rojava BRD yek ji stasyonên herî girîng bû. Ji ber peymana ‘karkerên mêvan’ ku berê bi Tirkiyeyê re hatibû îmzekirin, li Almanyayê gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî hebûn. Bi vê yekê re piştî derbeyê pêla şoreşê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê digihîşt Almanyayê. Li wir tê dîtin dostanî û hevkariya Almanya bi hikumeta tirk re ne nû ye. Hikumeta Almanya Rojava heman dostanî bi rejîm derbekar jî meşand. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî piştî 15’ê Tebaxa 1984’an dest bi têkoşîna çekdarî kir. Ev hemleya PKK’ê bal kişand. 21’ê Adara 1985’an Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) hate ragihandin. PKK’ê li gel artêşa gerîla, ji bo birêxistinkirina tevgera gel, baskê destpêkê yê vê rêxistinbûnê vekiribû. Li wir em dîsa cih bidin stargehbûna Almanyayê.

Yek ji navendên herî girîng ên rêxistinbûna PKK’ê Almanya bû. Girseyeke xurt a kurdan li wir dijîn. Di salên navîn ên 1980’î de nifûsa koçber û penaberên kurd ên li Almanyayê bi qasî 300 hezar bûn. Piştî sala 1985’an tevgera azadiyê hewl da li cîhanê belav bibe jî bi rêbazên cuda hewl hat dayîn pêşiya wê tevgerê bê girtin. Yek ji mînakên vê jî qetilkirina Serokwezîrê Swêdê Olof Palmê bû. Heya îro jî ev êrişa suikastê nehatiye zelalkirin. Hêzên navnetewî hewl dan vê êrîşa hovane bixin stûyê PKK’ê û bi vê yekê re têkoşîna azadiya Kurdistanê tine bikin. Sala 1986’an, hikumeta Bonnê ya wê demê şeva Newrozê ya navendî qedexe kir. Kurdistaniyan plan kiribû ku cejna Newrozê bi girseyî li Duisbûrgê pîroz bike. Lê gav bi gav hewldanên krimînalîzekirina kurdan li wir dest pê kiribû…

Ji Polîtîkayên dewleta tirk ne cuda serdegirtinên li malên kurdan û binçavkirinan jî destpêkirin. Yek ji pêşengên krimînalîzekirina kurdan ya vê demê jî Serdozgerê Federal Kûrt Rebmann bû. Rebmann yek ji wan kesên destpêkê bû ku di asta navneteweyî de etîketa ‘terorîst’ li tevgera PKK’ê xist. Fermana serdozgeriya federal li dijî siyasetmedarên kurd sala 1987’an dest pê kir, heta sala 1988’an dewam kir. Zêdeyî 20 siyasetmedar û aktîvîst ku Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî di nav de hebûn, 24’ê cotmeha 1989’an li beşên bi ewlekariya taybet ên Dadgeha Eyaleta Dusseldorfê hatin girtin û bi vî rengî derxistin pêşberî dadgeriyê. Doza Dusseldorfê ku piştî RAF’ê duyemîn doza herî mezin a li dijî rêxistineke siyasî bû, heta adara 1994’an dewam kir. Sûcdariyên ku di darizandinê de hatin kirin nehatin îspatkirin û yên hatin girtin li pey hev hatin berdan. Sala 1990’î re li Kurdistanê şer dijwar bû. Hikumeta Almanya jî dest bi bazirganiya çekan ji bo Tirkiye kir, bû hevparê wî şerî û bi wê yekê re koça mexdûrên şer zêde bû.

Nifûsa kurdan a li Almanyayê gihîştibû nîv mîlyonî. Sala 1993’an di meha Hezîranê de Tansu Çîller weke serokwezîr hat hilbijartin. Serokwezîra nû jî bi dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan dihat nasîn. Wê çi ji destê wê hat li dijî kurdan kir jî. Tansu Çîller 20’ê îlona 1993’an çû Almanyayê û piştî vê jî çûbû DYA’yê. Piştî bi hefteyekê di 22’ê cotmeha 1993’an de artêşa tirk navçeya Amed Liceyê şewitand, hovîtiya li Licê hemû kurdên li Ewrûpayê xist nav tevgerê. Di 4’ê mijdara 1993’an de ji 30’yî zêdetir bajarên Almanyayê, protestoyên ji bo Licê hatin lidarxistin.

Di encama çalakiyên girseyî de wezîrê karê derve Kînkel daxwaza qedexekirina PKK’ê kir. Di 22’ê mijdarê de civîn hate lidarxistin û wezîrên karên hundir ên 16 eyaletan beşdarî civînê bûn. Di civînê de wezîrê karê hundir ê federal Kanther, PKK qedexe kir û pêşnûmeyeke 53 rûpelan amade kir. Weke dikare bê texmînkirin, di pêşnûmeyê de qala sedemên çalakiyan nehate kirin. Pêşnûmeyê bi wan gotinan destpêkiribû; ’PKK/ERNK nahêle ku gel bi hev re bijîn.’ Ev qedexe beriya 27’ê Mijdarê, roja salvegera PKK’ê hate îlankirin.

Di vê qedexeyê de xwestin deriyên komeleyan qufle(kîlîd) bikin. Lê li van komeleyan kurdan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û çapemeniya Almanyayê di warê vegotina hincetên qedexeyê de dijwarî dikişand. Şîroveyeke rojnameya Frankfûrter Rûndschaû ya di 27’ê Mijdarê de wisa bû, ’Hikumeta federal li gorî Tirkiyeyê tevgeriya û piştgirî da ku zext li ser kurdan were kirin. Bonn tevî Enqereyê li dijî kurdan dibe yek’.

Ev bi kurtasî çîroka lîstokên li dijî PKK’ê bû. Lê peyamek girîng di vê çîrokê de, berxwedana gelê kurd e. 28 salan e PKK bi fermî hate qedexekirin lê zextên li dijî kurdan beriya vê destpê kiribûn. Lê heya îro jî berxwedana li dijî qedexeyê didome.

Yek ji mînakên vê yekê jî roja 27’ê Mijdarê li Berlînê hat dîtin. Kurdistaniyan careke din bi wesîleya salvegera qedexeyê, bi girseyek mezin daketin meydanan û hêrsa xwe nîşan dan. Li Berlînê bi yekdengî banga rakirina qedexeyê hate kirin û salvegera 43’an a PKK’ê hat pîrozkirin.

Kurdistaniyan careke din nîşan da, ewê heta ku qedexeyê bidome bêdeng nemînin. Wan qedexeyê heya niha nepejirand û wê nepejirînin jî…

Peyama ku di çalakiyê de hat dayîn ew bû; Li şûna qedexekirina PKK’ê, divê Almanya û dewletên Ewropayê spasiya PKK’ê bikin. Ev PKK bû ku gelên Rojhilata Navîn û civakên Ewropayê ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kir. Divê ev tecrîda 28 salan a li ser gelê kurd û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe.’ Ev peyam bi kinahî daxwaza bi hezaran kesan vegot.