4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

RAWA: Em îlhamê ji jinên kurd digirin

Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabul-Efganistanê (RAWA) diyar kir ku ji şervanên jin ên Kurd îlham girtine û got “Jinên Kurd ên wêrek bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya li dijî DAIŞ'ê û alîgirên wê, ji hemû cîhanê re eşkere kirin ku rêya rizgarbûna ji nav lepên çeteyên DAIŞ’ê xwedîderketina li ser berxwedanê ye.''

Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabul-Efganistanê (RAWA) û Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi slogana ‘Li dijî êrişên mêrên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ di navbera 3 û 15’ê Tebaxê de kampanyayek dabûn destpêkirin. 3’ê Tebaxê salvegera fermana Şengalê bû ya ku DAIŞ’ê kiribû û di 15’ê Tebaxê de jî Talîbanê dest danîbû ser Efganistanê. Li dijî van kiryaran jinên Efganistanê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya ji bo têkoşîna hevpar de ev tişt hate gotin:

“Em RAWA li ser jinên bindest ên Efganistanê, spasiya rêxistina KJK’ê dikin ku di rojên zehmet de bi me re bûn û dengê me dabûn bihîstin. Di dema şer, sûc û êrişên ku ev zêdeyî nîv sedsal e li Efganistanê didome, herî zêde jin bûne qurbaniyên polîtîkayên emperyalîzm û bingehparêzên Îslamîst, lê tevî van hemû êşan jî jin têkoşîna xwe ya bi lehengî didomînin û dev jê bernadin. Emerîka ku wek welatekî dagirker tenê li pey berjewendiyên xwe ye û xwîna me Efganan ji bo wan ne bi qîmet e.

Em jinên Efganî her tim ji wêrekiya xwişkên xwe yên şervan ên Îranî û Kurd îlhamê distînin. Şervanên jin ên Îranî tevî ku li girtîgehên rejîma ‘Welayet-î feqîh’ hatin gulebarankirin, îşkencekirin û înfazkirin jî bi biryar dadikevin qadan û parastina xwe didomînin. Jinên Kurd ên wêrek bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya li dijî DAIŞ’ê û alîgirên wê, ji hemû cîhanê re eşkere kirin ku rêya rizgarbûna ji nav lepên çeteyên DAIŞ’ê xwedîderketina li ser berxwedanê ye.

Rêxistinên Kurd li hemberî êrişên herî mezin ên dijminên hundir û derve jî bi wêrekiyeke mezin li ser peywira xwe ne. Wezîfeya me ye ku em jî li dijî emperyalîzmê û dûvikên wan ên olî, wekî jinên bindest bibin yek. Wê demê em dikarin civaka xwe ber bi demokrasiya li ser esasê wekhevî, edalet û laîkbûnê bibin. Bijî yekitiya kedkarên jin ên li hemû cîhanê.”