3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu ji ku yî?

Rojekê li Cizîra Botan Mîr Bedirxan, li şaneşînê rûniştiye, dûrbînê dide ber çavê xwe û derdorê xwe dişopînê.

Bala xwe didê ku ciwanek, bîst û pênc salî, di qerax û qeraxê çemê Dijlê re dimeşe. Cixareyek sitûr di nav pêçiyên wî de ye û her carê ji kezeba şewitî hilmekê lê dixe, dûmanê bi ser serê xwe dixe, dimeşe û difikire.

Mir Bedirxan bang qehweciyê xwe dike û dibêje;

– Waa Semyan!

Semyan bi lez tê li hemberî Mir Bedirxan disekine û rêz digire.

-Belê keremke Mîrê min?

Mîr Bedirxan dibêje qehweciyê xwe

– Zû here pêşiya wî ciwanî û bîne were, ez ê çend pirsan jê bikim. Ku bersiva pirsên min bide, wê xelatek mezin ji min wergire.

Lê ku bersiva pirsê min nede, ez ê wî ceza bikim!

Dema qehwecî diçe pey ciwan, Mîr jî cixareyekê, dipêçe.  Serê cixarê tûtina Amedê ya Helhelê dixe orta cixarê, tûtina Semsûrê dixê. Dawîya cixarê jî tûtina Mûşê dixê û bi meraqeke mezin, li hêvîya wan disekine.

Ciwan û qahwecî bi hev re tên, hizûra Mîr.

Mîr Bedirxan, bala xwe didê, xortekî qemer î xwîn şêrîn e ku mirov qêmîş nake li bejn û bala wî binêre.

Mîr dipirse.

-Navê te bi xêr, birazî?

-Navê min Gernas e, Mîrê min.

Mîr Bedirxan, cixara ku ji tûtina sê bajaran pêçaye, vêdixe û dirêjî destê Gernas dike û li nava çavê wî dinêre.

Dema Gernas çixarê ji destê Mîr digire, hêdî hêdî dide ser lêvên xwe yên sitûr û hilmekê dikişîne nav hinavê xwe û berdide. Dûkêla cixara Gernas, bi ser şaneşînê û Mîr Bedirxan dikeve.

Mîr dipirse?

-Belê birazî ka bêje tu ji ku yî?

– Ez ji Amedê navçeya Hezro ji gundê Helhelê me, Mîrê min.

Bi çend hilmê din cixare tê nêvî.

Mîr Bedirxan dîsa dipirse.

-Birazî te got ez ji ku me?

– Mîrê min koka me ji Amedê navçeya Hezro ji gundê Helhelê ye, lê paşê em çûne Semsûrê.

Bi çend hulmê din, digihîje dawiya cixarê, Gernas.

Mîr Bedirxan dîsa dipirse.

– Ê birazî hûn niha li ku ne? Bi çi karî re mijûlin?

Gernas li rûyê mîr dinêre û dibişire.

– Mîrê min, beriya çend salan malbata min, ji Amedê navçeya Hezro ji gundê Helhelê rabûne çûne Semsûrê, li wir hinek nexweşî jiyane. Ji wir jî rabûne çûne Mûşê. Niha em bi malbatî li Mûşê dijîn.

Wekî din ku tu pirsên Mîrê min tune bin, ez ê destûra Mîrê xwe bixwazim, riya min dûre.Mîr Bedirxan matmayî dimîne û bang xizmetkarê xwe dike.

– Ka wê caniya ber wê Mehîna kehêl bînin bikin diyarî ji Gernas re!

Gernas ji pêşbirka ku haya wî jê tune bû. Bi serkeftin derbas bibû û caniyek kehêl bi dest xistibû.

Bila xortên kurdan her Gernas û mêrxas bin.