5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila kar hebûya, bila piştî jî giran bûya!’

Rojîn Zarg Tîgrîs & Amed Tîgrîs

Em ber bi jerê ve diçûn û jinek beramberî me di bin piştiyekî giran û qebe de ber bi me ve dihat. Piştiyê wê giran, lê evraz gelek tîk bû. Di bin piştî de xûz bûbû û giran giran dimeşiya. Dema em nêzîkî wê bûn, me baş lê nêrî dilopên xwêdanê ji eniya wê diniqutîn. Mamoste rawesta, lê min deng li jinika piştîvan kir.

“Xaltî piştiyê te pir giran e. Ka dayne û piçek bêhna xwe bide.”

Piştiyê xwe ji pişta xwe daneanî got ‘offf’ got û pişta xwe rast kir û bersiva min da.

“Ma ez çi bikim wele pişt li min şikiya keça min.”

“Em ji demeke dirêj ve dibînin ku tu berêvaran carnan bi piştî û carnan jî bi erebokê tişt miştan dibî. Îro çi di nav piştiyê te de heye?“

Bi şermokî bersiv da: “Çi hebin? Naylon, karton, hûrê nan man hema çi hebe min ji nav çop û konteyniran berhev kir.”

“Tu dibî mal an dibî difiroşî, çi dikî?”

“Çi dikim? Ez feqîr im. Karton û naylonan berhev dikim û difiroşim. Nanê hişk jî li avê dixim nerm dikim û dixwim. Yên mayî jî didim mirîşkên xwe.”

“Ji derî mirîşkan heywanên te yên din hene?”

“Na waleh, bi tenê çend mirîşkên min hene û hew.”

“Çima kesekî te tune ku alîkariya te bike? Tu di vî emrî de piştiyê weha giran li pişta xwe dikî û didî evraz û zehmetî dikşînî?”

“Mêr li mal e, lê seqet û nexweş e. Rebeno nikare rabe ser xwe û gav bavêje. Ez bi milê wî digirim ji erdê radikim. Ez hecametan li pişta wî dixim, xwîn ji pişt û laşê wî berdidim. Dikim û nakim baş nabe. Ji nav mitêlka xwe dernakeve.”

“Qey zarokên te tune ne?”

“Tew zarok! Ma xêra zarokên vî heyamî hene keça min! Heşt zarokên min hene. Çar keç û çar jî lawik in.”

“Ma ew çima te û bavê xwe xwedî nakin, çima ji te re alîkariyê nakin?”

“Her çar keç zewicîn û çûn mala xelkê. Hersê lawikên mezin jî zewicîn û ew jî çûn ji xwe re mal ava kirin. Me lawikê biçûk da xwendin, lê di dawî de tu jehrekê jê derneket. Xwendina wî tewş û vala çû. Di dawî de çû gihîşt hevalên xerab. Bi şev û rojan nedihat mal. Carnan winda dibû. Dihat girtin û berdan. Paşê ji binî ve malê terk kir û çû. Qeda xwedê lê be êrê wela û bîle! Em kal û pîr bi tenê bê xwedî li mal man.

”Çima zarokên te yên din ên zewicandî li we nanêrin û alîkariya te nakin?”

“Rewşa wan jî ne baş e. Bi zor û zehmetî îdareya xwe dikin. Di şertên îroyîn de debara malê gelek giran bûye. Koma kulfetan dora wan girtine. Kar tune û di xaniyê kirê de dimînin. Heta yek ji wan nikare îdareya xwe bike. Ez carnan ji wî re jî alîkarî dikim.”

“Xaniyê te heye?”

Bi tiliya xwe îşaret da û got:

“Ha li vê jorê di nav gecekonduyan de xaniyekî min ê xerabe heye. Ev 30 sal in em li vê taxê ne. Dema em hatin vir û me xanî lê kir; ev der çola xwedê bû. Ne van gecekonduyên Seyrantepeyê û ne jî ev Toplû Konut hebûn. Erdekî rût, zelût û bêxwedî bû. Me jî hema li vê quncikê xaniyekî biçûk lê kir.”

Haho! sal çiqas zû derbasbûn.”

“Hûn ji ku hatin û çima li nav vê çola xwedê man?”

“Em ji gundê Dêrikê ne. Di nav malbatên me de dozeke xunî çêbû û me bar kir û hatin li vir bi cî bûn. Ma em ji ber kêfa dil û rehetiya canê xwe hatin vir?”

“Ji derî firotina van karton û naylonan, maeş, hatin, mal û milkên we hene yan na?”

“Tobe li ber destê xwedê, tu tiştekê me tune ye. Em rût û reben in.”

“Dibêjin dewlet ji feqîran re maeş girêdide, ma we serî lê neda?”

“Me serî lê da, gotin emrê we temam nebûye û maeş nedan me.”

“Lê hûn bi çi xwedî dibin, çi dixwin?”

“Pere ji van karton û naylonan zêde dernakeve. Ez herî zêde bifiroşim ancex 500 lîra bi destê min dikeve. Xelk xêra li me dike. Firina li vir carnan rojê du nan ji askiyê didin min. Bi sed quranî roj heye ku nan tune ku em bixwin. Ez diçim ji nav çopê keriyên nanê hişk derdixim, tînim mal pak dikim û em dixwin. Ez çi bikim lawo feqîrî emrê xwedê ye keça min! Xwarin tune bû ku ez bixwim. Ha îro çongên min dilerizin. Feqîrî pîsî bi mirov dide xwarin”

“Heşa xaltî, nezanî û feqîrî ne emrê Xwedê ye, kêmasî û şaşiyên dewleta bê edalet e.”

“Wele ez wanî dizanim. De xwedê mezin e, bila ew heqê me nehêle.”