8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derdê hewiyê

Hesen Hemkê

Carekê jinek nexweş dikeve û ji hevjînê xwe re dibêje; “Heke ez bimirim tu yê çiqasî şîna min bigirî û tu yê heta kengî bêzewac bimînî?” Mêrik dibêje; “Heta ku axa ser gora te ziwa nebe ez ê careke din nezewicim.”

Piştî ku hevjîna wî dimire mêrik her çend rojan carekê diçe ser gora hevjîna xwe. Demeke dirêj derbas dibe mêrik dibîne ku axa gora hevjîna wî tu caran ziwa nabe her dem şil û hêwî ye.

Carekê dîsa diçe ser gora hevjîna xwe dibîne ku birayê hevjîna wî jî li wir e. Silavê li hev dikin û mêrik ji birayê hevjîna xwe re dibêje; “Vaye te jî xwişka xwe jibîr nekiriye û tu hatiyî serdana gora wê.”

Birayê hevjîna mêrik dibêje; “Li ser wesiyeta xwişka xwe ez her 2 rojan carekê têm axa gora wê şil dikim û kulîlkên li ser av didim.” Mêrik nû fêm dike ku çima axa ser gora hevjîna wî ziwa nabe.

Îca wekî dibêjin xîret xîret e, çi jin be çi mêr be ferq nake. Mixabin di nava civaka me de her çendî gelekî kêm jî bûbe dîsa li hin deveran dîsa mêr 2 jinan tîne û jin derdê hewîtiyê dikişînin.

Tu mêr wê yekê nade ber çavan û ji vî alî de li rewşê nanêre; ew mêrê ku hewiyê tîne ser hevjîna xwe anku jineke din dike hevpara jiyana xwe, gelo ew qebûl dike ku mêrek din bibe hevparê jiyana hevjîna wî. Çawa ku ev yek gelekî bi mêran zor tê ewqasî bi jinan jî zoreLewre xîret xîret e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê