4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê Ekîba amadekarên kilîba Welat binçav kir

Piştî ku klîba strana bi navê “Welat” a Elî Kerîmî li bakurê Xorasanê belav bû, 4 kesên di çêkirina klîbê de keda wan hene, hatin binçvakirin.

Hunermendê kurd ê li Rojhilat dijî Elî Kerîmî, piştî ku ji strana xwe ya bi navê “Welat” re klîbek çêkir û klîb li Bakurê Xorasanê berbelav bû, 4 kesên di çêkirina klîbê de keda wan hene, hatin binçavkirin. Studyoya Taghizadeh a li bajarê Îsfarayanê ku klîb tê de hat kişandin, ji hêla hêzên rejîmê ve hate mohrkirin. Endezyarê deng ê ji Bojnurdê û rêveberê studyoyê Hasan Taghizadeh, produktor Alî Delfaraz, gerînendeyê produktorê Hossein Firouzeh û operatorê kamerayê Celal Barat Zadeh ji hêla yekîneyên sixûrtiyê yên herêmê hatin gazîkirin û piştre jî hatin binçavkirin.

Berî niha jî hêzên rejîmê li herêma Xorasanê ji ber bikaranîna cil û bergên kurdî û çanda kurdî , gef li Elî Kerîmî û gelek hunermendên kurd xwaribû.

Klîba Elî Kerîmî:

https://www.youtube.com/watch?v=DuBDS4QVxH4