4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Rejîma Îranê rêjeya darvekirinê zêde kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û Yekitiya li dijî Cezayê Darvekirinê da zanîn ku li Îranê di 2022'yan de rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û Yekitiya li dijî Cezayê Darvekirinê (ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, ragihand ku di sala 2022’yan de li Îranê herî kêm 582 kes hatine darvekirin.

Hate ragihandin ku ev hejmara darvekirinê ji sala 2015’an ve ya herî bilind e. Li gorî her du rêxistinan îsal jî herî kêm 333 kes hatine darvekirin.

Di rapora hevpar de hate gotin: “Cezayê kuştinê careke din ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo dewamkirina desthilatdariyê weke amûreke tepisandin û zextê tê bikaranîn.”

Her wiha gerînendeyê ÎHR’ê Mahmood Amîry Moghaddam got: “Rayedaran ji bo tirsê bixin nava ciwan û gelê çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin, darvekirina girtiyên ji bilî sedemên siyasî hatine mehkûmkirin, zêde kirine.”

Moghaddam bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo ‘rawestandina makîneya mirinê ya rejîma Îranê’ bikeve nava liv û tevgerê.

Di raporê de her wiha hate ragihandin ku nêzî 100 girtî bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin an jî bi sûcdariya darvekirinê têne darizandin.