spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêkeftina petrolê bi piştevaniya Washingtonê ye

Li gorî çavkaniyên herêmî Rêveberiya Xweser li gel Kompanyaya Delta Crescent Energy a di warê petrolê ya Amerîkayê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştevaniya Washingtonê bûye.

Li gorî heman çavkaniyê, rêkeftin ji bo 25 salan e û egera dirêjkirina wê jî heye. Li gor rêkeftinê, kompaniya amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.

Tê payîn ku wê ev yek bandoreke baş û erênî li ser aboriya deverê bike. Her wiha ev rêkeftin ji alî siyasî, dîplomasî û leşkerî ve xwedî bandoreke baş e ji bo herêmê.

Ji hêla aborî wêdetir ji ber ku rêkeftineke wiha ji bo Rêveberiya Xweser rê li ber têkliyên xurtir ên sisyasî û dîplomasî vedike lewre ew rêkeftin ji alî rejîma Sûriye û dewleta tirk ve rastî nerazîbûnên tund hatin.

Her wiha girîngiyeke din a vê rêkeftinê ew e ku ev yek nîşan dide, ev herêm li derveyî ambargoyên Amerîkayê dimîne û siza û ambargoyên Qeyser ên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê ferz kiriye, bandora xwe li vê herêmê nake.