17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reklamên dojehê

Hesen Hemkê

Reklamên market û navendên danûstandinê van rojan bûne weke reklamên dojehê. Tu reklama tiştekî dibînî û li gorî te ew tişt erzan tê, tu dibêjî ez ê biçim danûstandina xwe ji vê marketê bikim. Lê piştî tu derbasî hundir dibî tu dibînî ji bilî wî tiştê te reklama wî dît her tiştên din gelekî bihane û bihayê her tiştî agir berdide bêrîka te ya ku berê rizyaye. Wiha reklam û propagandaya vê hikumetê jî gelekî dişibe reklama dojehê.

Eynî weke reklama dojehê ye. Pêkenokeke wiha hebû: Carekê mirovek diçe dinya din pêşî diçe ber derê cinetê dinêre ku wa ye cemaet tev limêj dike. Paşê diçe ber derê dojehê dibîne ku wêneyê hunermendên navdar li wir e. Mêrik dudiliyan nake hema xwe li deriyê dojehê diqelibîne. Nû dikeve hundir di nava agir werdibe, dike qareqar û ji zebaniyan dipirse; Ka ew hunermend li ku ne? Zebanî dibêje: Kero me wêneyê wan ji bo reklamê li wir daleqandiye ji bo muşteriyên me zêde bibin.