spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sofî û cîranê wî

Li herêmeke Kurdistanê mirovek  hebûye di gund de tu caran neçûye nava  gel, şîn  û  şahiyan.  Rojekê cejna meha Remezanê, xanima wî diçe  bal rûspî û xizmên xwe. Ji wan re wiha dibêje: Çareseriyekê ji me re bibînin. Zilamê min mirovekî zana ye lê naçe mizgeftê û naçe nava mirovên xwe.  Heyet û rûspî bi hev dişêwirin ka dê çi bikin.

Mirovekî temenê wî mezin û rûspî dibêje, bila mele û çend kes herin cejna wî û jê re hin nesîhet û şîretan bikin. Ev pêşniyar tê pejirandin û dibêjin bila seyda û çend kes herin ziyareta wî. Mele  Qurana xwe û hin pirtûkan digire bal xwe, ji bona ji wî camêrî re qala Xweda û heqîqetê bike. Diçin  mala  camêr.  Demsal payîz e û hinek berf bariye. Camêr, seyda û kesên pê re pêşwazî dike.

Di avahiya wî de bixêrîk hebûye darên berûyan avêtiye bixêrîkê, agir gur bûye.  Camêr  hinek pîvaz avêtibûne nava agir, ji ber serma girtibû dixwest ku xwe bi wan pîvazan derman bike. Bixêrhatina wan dike  rêz û qedir  ji wan re digire û dipirse, “Kerem bikin  gelo we xê re seyda û bi rûspiyên xwe ve  hatine cejna min.”   Seyda dibêje: “Birayê delal  hun nayênê bal me û civata me lê em hatine ditîna te û mabata te. Ger ku destûra te hebe em ê hinek Quran bixwînin, ji bona bereketa mala te û li ser ruhê miriyan .”

Mebesta Seyda jî ew bûye ku hin bandorekê li camêr bike ku qelb û dilê wî nerm bibe. Camêr dibêje: “Baş e seyda bixwînin ez ê guhdarî bikim ger ku bikeve çokên min ez ê kêfxweş bibim.”

Seyda  ji sûreya  Beqere  çend ayetan dixwîne û şîrove dike, ruyê seyda jî dirêj û xweşik bûye. Dema seyda  dixwîne camêr digirî, seyda xwe bi xwe dibêje  ku dilê camêr dişewite. Piştî girîne  vê carê camêr dikene.

Seyda  Qurana xwe datîne û wiha dipirse: “Bira tu bidî xatirê vê Quranê  tu çima giriya û dû re tu çima keniyayî. Camêr dibêje: “Seyda dema te Quran  dixwend rûyê te dihejiya. Min duh bizinê xwe  biribû nava daran ku çilo bixwin. Nêriyekî me hebû di nava kerî de kifşe bû, gir û geriyayî bû, guran nêriyê min xwar.  Dema ku  rûyê te hejîya nêriyê min kete bîra min, dilê min şewitî lewre ez giriyam.

Dema  vê gotinê dibêje Seyda û  heyeta xwe ve matmayî dimînin.  Dibêjin: “Bira  ev qas min Quran û hedîs ji te re xwendin, qet li te bandor û tesîrek nekirin.  Camêr dibêje: “Seydayê hêja min got dibe ku hun hatibin serxwşiya nêriyê min  lê tu hatî derdê min kulên min pir bikî. Ji bona xwedê neçin bêhna min bi rûyê te derdikeve. Xêra dê û bavê xwe ji nêriyê min re dua bikin. Seyda dibêje: “Gelî camêran rabin em herin malên xwe camêr bi tenê bihêlin.”