4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reva pisîkê heta kadînê ye

Tirkiye ev demeke pir dirêj e çekên kîmyayî bi kar tîne. Ji roja damezirandina komarê heta niha li dijî kurdan her cureyên komkujiyan kirin. Bikaranîna çekên kîmyayî yên li başûrê Kurdistanê, encama rastiya şerê sedsalan e. Dîmenên bikaranîna çekên kîmyayî di çapemeniya azad de hatin parvekirin. Li gorî bîlançoyên hatine parvekirin, di nava şerê 6 salan de 3 hezar caran çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Heta niha ewqas çekên kîmyayî li tu deverê cîhanê nehatiye bikaranîn.

Tê zanîn ku NY’yê di sala 1925’an de bi Peymana Cenevreyê re bikaranîna çekên kîmyayî qedexe kiriye û weke sûcekê li dijî mirovahiyê qebûl kir. Ev 100 sal in li dijî kurdan çekên kîmyayî tên bikaranîn, li başûrê Kurdistanê şerekî bênîzam tê meşandin. Ev şerê derqanûnî Sedam jî bi kar anî. Lê nekarî pêşî li ber têkoşîna azadiyê bigire. Ya ku Tirkiye dike, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê di zûtirin demê de dest bi bikaranîna çekên kîmyayî berde. Dê bi tundiyê nekarin tiştekî bi dest bixin.

Gelek caran bangawazî hatin kirin lê di serî de NY, tu sazî neketin nava hewldanan û xwe li bêdengiyê danîn. Êdî raya giştî vî sûcê li dijî mirovahiyê bi dîmenan dibîne. Lê mixabin bêdengiya parastvanên mafên mirovan, cesaretê dide dewleta Tirkiyeyê. Kesên ku demokrasî û azadiyê diparêzin bi giştî vê dibêjin: “Rûmeta mirovahiyê li Kurdistanê tê binpêkirin. Em nikarin bi bêdengiya xwe xwedî li rûmeta mirovahiyê, demokrasî û azadiyê derbikevin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê em li her qadê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin û bêdeng nemînin. Nexwe bi vî rengî em ê jî bibin şirîkên vî sûcî.” Lê mixabin kesên ku li dijî bikar anîna çekên kîmyayî dengê xwe derdixin jî bi awayekî derhiqûqî tên desteser kirin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyayî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû girtin. Di encama darizandinê de her çiqasî hat tehliyekirin jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza lê birîn.

Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) ji bo pêşîlêgirtina şerê nuklerî raporek parve kiribû. Di raporê de hatibû gotin ku bikaranîna çekên kîmyayî tespît kirine. Tirkiye îro jî bi saya piştevaniya NATO’yê, bêdengiya hêzên navneteweyî û xemsariya raya giştî û parastvanên mafên mirovan, bi rihetî sûcên şer dike. Kesên alîkariyê didin, yên xemsar tevdigerin û yên bê deng dimînin jî hevkarên vî sûcî ne. Gelek caran hat gotin ku Tirkiye çekên kîmyayî bi kar tîne. Gelek caran şandeyan hewl dan biçin lêkolîn bikin. Lê astengiyên li pêşiya wan hatine derxistin baş nîşan didin ku ev çek tên bikaranîn.

Ev bi salan e li dijî gelê kurd sûcê şer tê kirin, li Helebçe û Zozanên Şênê, Avaşîn, Zap, Metîna û xaka başûrê Kurdistanê hwd. Divê hemû kesên azadîxwaz, saziyên mafên mirovan û hemû parazvanên xwezayê her roj li dijî bikaranîna çekên kîmyayî û yên qedexekirî têbikoşin. Ev wehşet, li dijî mirovahiyê tê kirin. Gelê kurd bi salan e ji bo mirovatî, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Diyar e ku wê ev têkoşîna xwe bidomîne lê divê edî cîhan ji bo ku nebehevkarê van sûcan vê têkoşînê bibihîse, divê hemû derdorên demokrasîxwaz bi hev re têbikoşin. Nayê qebûlkirin ku muxalefeta Tirkiyeyê jî li dijî kesên zarokên vî gelî bi hovane qetil dikin, li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku şerên sûc dike bêdeng nemînin.

Divê bê zanîn ku tu desthilat bi hêza fîzîkî, teknîkî, çekên kîmyayî û çekên qedexekirî nikare bi ser bikeve. Yên ku têkoşîna azadî, demokrasî û jiyana birûmet dimeşînin dikarin bi ser kevin. Yên ku vî şerê qirêjî dimeşînin, dê biçin sergoya dîrokê. Gelê kurd heta niha çawa li ber xwe dabe û dev ji têkoşîna azadiyê bernedabe, dê îro jî li dijî çekên kîmyayî têkoşîneke hevpar bimeşîne. Dawiya dawî desthilata AKP-MHP’ê wê hesabê sûcên dermirovahî bidin vî gelî. Wekî kal û pîrên me gotine ‘Reva pisîkê heta kadînê ye’. Êdî desthilata AKP-MHP’ê hatiye dawiya emrê xwe û reva ji vê ne pêkan e.